PKK piştgirya kîjan baskê YNKê dike

Piştî polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi ser du grûpan da; grûpa Kosret Resûl-Berhem Salih û girûpa Hêro Îbrahîm Ehemd, dabeş bû, Partiya Karkerên Kurdistanê PKK piştgiriya baskê Hêro Îbrahîm Ehemd dike.Li gor Basnews ku zaniyariyên xwe ji şarezayekê karûbarên PKKê wergiritne, xuya dike ku PKK din zixtên Îranê de piştgiryê li grûpa hevjîna Celal Talebanî, Hêro Îbrahhîm dike û bi şeriî dizane û ew pisporê karêbarên PKKê dibêje: – Têkeliyên navbera PKK û malbata Talebanî, bi tyabetî têkeliyên şexsê Cemîl Bayk digel malbata Talebanî têkeliyên baş û xurtin. Di nava YNKê de baskê Hêro Îbrahîm Ehemd zêdetir nêzîkî Komara Îslamiya Îranê ne û PKK jî di bin siha Îranê de ye û ev yek wisa dike ku PKK piştgiriya grûpa Hêro bike.Li gor wan zaniyariyan, PKK, Tevgera Goran û baskê Hêro Îbrahîm Ehmed bi Îranê ve girêdayîne û li gor siyaseta Îranê ya hermî tevdigerin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: