Polîtîk

Îran di hewara YNKê hat

Şandeyeke Komara Îslamiya Îranê bilezînî gihişte Silêmaniyê û dest bi civînan digel her du baskên nav YNKê kiriye û Îran bi cidî lêdixebite hevpeymana xwe YNKê weke partiyeke yekgirtî bimîne û parçe nebe.Duhî, yekê îlonê, her du cîgirên Celal Talebanî, Kosret Resûl û Berhem Salih digel 6 endamên polîtbûroya YNKî bi daxuyaniyekê Navenda Biryar îlan kir û di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku ew temsîla YNKê dikin.Îro, 2ê îlonê, baskê Hêro Îbrahîm Ehmed digel 10 endamên polîtbûroya YNKê civiyan û di daxuyaniyekê xwe bi baskê piranî îlan kir û Navenda Biryar ya ji aliyê cîgirên Talebanî ve hatiye îlan kirin bi neşeriî wesif kir.Polîtbûroya YNKê ji 19 endaman pêk tê û nuha bu ser du baskan de parçe bûne; baskê her du cîgirên Talebanî 8 endam û baskê Hêro Îbrahî Ehmed ji 11 endamên pilîtbûroyê pêk tê. Piştî rewşa YNK gihişte vê qonaxê, şandeyeke Îranê bilezgînî gihişte Silêmaniyê û lêdixebite her du baskan nêzîkî hev bike.

Back to top button