Civak

PKK ofîsên ENKSê digire lê nêzîkî yên rêjîmê nabe!

Endamekî ENKSê dibêje, çekdarên PKK li Rojavayê Kurdistanê hemû ofîs û navendên ENKSê girtine û tenê navend û baregehên rêjîma Sûriyê negirtine. Herwiha dibêje, fermanberên ku malbatên Pêşmerge bin, ji kar tên derxistin.Endamê rêveberiya ENKSê Dr. Kawa Azîzî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, “PKKê hemû navendên me girtine, lê PKK bi wê zilma xwe nikare rê li pêşiya xebata me ya netewî û demokratîk bigire. Êdî em di malan de civîn û kongreyên xwe lidar dixin û ew terora PKKê bandorê li ser xebata me ya ji bo gelê me yê Kurd li Rojavayê Kurdistanê nake.”Wî berpirsê ENKSê her wiha gotiye, “Çekdarên PKKê navendên me digirin lê nêzîkî navend û baregehên rêjîma Esed nabin. Herwiha çekdarên PKKê çûne ser malbatên Pêşmergeyên Rojava û ew malbatên ku fermanber bin ji wan re gotine eger zarokên we dest ji pêşmergayetiyê bernedin emê we ji kar bavêjin.”

Back to top button