Hevpeyvîn

PKK mafê serweriya Kurdistanê binpê dike

Vîldan Saîm Tanrikulu: Li hemberî PKKyê bikaranîna rêbazên serbazî mafê Kurdistanê ye û ev ne birakûjiye. PKK mafê serweriya Kurdistanê binpê dike. Nivîskar û analîst Vîldan Saîm Tanrikulu beşdarî radyoya Kurdistan24ê bernameya Rojeva Bakur bû û di derbarê hebûna PKKyê ya li Kurdistanê de daxuyaniyên girîng da û rexneyên tûnd li PKKyê girt.Tanrikulu got hebûna PKKyê ya çi Şingalê çi jî deverên din yên Kurdistanê metirsiyek mezin e. PKK mafê serweriya Kurdistanê nas nake û ji bo serxwebûna Kurdistanê bûye xetereyek mezin.Herwiha Îran û Tirkiye dixwazin pêvajoya serxwebûna Kurdistanê bişkênin. PKK jî bi hebûn û siyaseta xwe ya li başurê Kurdistanê bi stratejiya Îran û Tirkiyeyê re lihevkiriye. Divê PKK rêz li rêveberiya Kurdistanê bigre. Divê an ji erdên Kurdistanê derkevê an jî hêzên xwe tevlî hêzên yasayî yên Kurdistanê bike. Tanrikulu li ser pirsa pêşkêşkarê bernameyê Murat Ekîncî ya derbarê rê û rêbazên çareserkirina pirsa PKKyê ya li Kurdistanê wiha axifî. Divê pirs heta dawiyê bî aramî û danûstandinan çareser bibin. Lê ger dîsa danûstandin nebû çare û PKK ji Kurdistanê derneket, wê demê li hemberî PKKyê bikaranîna rêbazên serbazî mafê Kurdistanê ye û ev ne birakûjiye.https://soundcloud.com/user-70086774/rojeva-bakur-29042017

Back to top button