Dê Em Bı Hevra 1ê Gulanê da Derkevine Kolanan!
Sibê 1ê Gulan roja xebat, hevkarî û yêkitiya karkeran e.Li seranserê cihanê, karker û zahmetkêşan, di 1ê Gulanê da bi encamdana çalakiyên cur bi cur daxwazên xwe yên çînî, netewî û demokratîk dikin.PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan daxwaz ji zahmetkeşên Kurdistanê dike, ku beşdarê çalakiyên 1’ê Gulanê bibin û;Diji hemu cure astengên yasayî, ku li pêşiya mafê xwe rêxistin kirinê û xebata sendîkayî hene, derkevin û daxwaz bikin, ku mafê xwerêxistin kirina bê qeyd û şert bona zahmetkeşan bêne nasin,Daxwaza bikin, ku Rewşa Awarte were hilanin,Rejîma Biryarname Di Hukmê Qanunî (KHK) Da bê betal kirin.Em banga zahmetkeşên Kurdistanê dikin, ku beşdarê çalakiyên 1ê Gulanê bibin û;Diji durxistin ji kar, ku bi rêka KHK ve têne encam dan, derkevin,Dengê xwe li hember zindanî kirina siyasetmedar û nunerên meclîsê û rojnemevan bilind bikin,Diji daxistina radyo, televîzyon, rojname û kovar derkevin,Dengê xwe li hember tengeber kirina qada legal û siyasî, daxistina komel, sendîka û saziyên sîvîl bilind bikin,Diji siyeseta AK Pratî yên dij-bahayên rojavayî derkevin,Dengê xwe li hember operesyonên leşkerî yên dewleta Tirk a Suriyê û Kurdistana Başur bilind bikin,Dijî operasyonên leşker û hêzên ewlehiyên Tirk lı kurdistana Bakur û militarize kirina welatê me derkevin.Daxwaz ji hikumeta AK Partî bikin, ku bona çareser kirina pirsa Kurdistanê bi rêka diyalogê gavên micid bavêje.Em carekî dinê qatlîema 1ê Gulana sala 1977’ê, ku çil sal berê niha bi destê dewleta kur hatibû çêkirin, mehkum dikin. Ji hikumeta AK partî daxwaz dikin, ku berpirsên qetlîema hanê destnişan bike.Bi vê bonê va carekî dine li ber huzura şehîdên 1ê Gulana 1977’an qirnoş dibin.Biji Roja Xebat, Hevkarî û yekitiya Zahmetkeşên Cihanê!30 Avrîl 2017PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan