Nivîsar

Jêderên tepeserkirinê di lidarxistina kongirê netewî yê kurdistanî de

 Bawerê OmerîJi dîroka kevin de miletê Kurd di welatê xwe de toşî gelek cûreyên pîlan û sitemkariyê bûye, gelek caran Kurd bi xwe bûne sedemê wan bobelatan, û carinan jî dijminan ew sitemkarî li wan kirine, ango di her dem û qûnaxê de zemîneke guncaw hebû, ku bibû qeyd û zencîreke ji hesin di dest û lingên wan de, ta ku ev milet li ser ti asteyan li pêş nekeve, û ji ber wê jî nikarîbûn zû bi zû biryarên rast di parastina hebûna xwe de bistînin.Hêz û lawaziya jêderên tepeserkirinê ji aliyên Kurda ve ku berpirsên Kurd neçar dikin kongirekî netewî li dar bixin, çine?.Di nerîna min de pirsa Kurd di nav bijarteyên Kurd de gihiştiye wê asteyê, ku gerek e berpirs û rîhsipiyên Kurd bersiva hemû pirs û daxwazên milet bidin, ji ber ku ji heyştê heftê sala ve ta roja îro komele û rêxistin û partiyên kurdî xebatê ji bo pêşketina civakî û netewî û rizgarkirina welatê xwe (Kurdistan) dikin, û di nav bername û rêzana hindurû ya her dezgehekê de daxwaz û pilan û armanca rizgarkirina Kurdistanê heye, ji xwe dema ev daxwaz salekê dudo sisê û bîst û sîh û çil di ser re derbas dibin, û ew daxwaz û armac negihiştin serî û tiştek ji wan nehatin bidestxistin, wê çaxê ji mafê milet e, ku tepeserkirinê li wan dezgehan bike, ji bo çareyekê bi lez ji cîbicîkirina wan armancan re bibînin, ji lewra ev komele û rêxistin û partî di lidarxistina kongirekî netewî yê kurdistanî de berpirs in, bi kêmayî ji bo bersiva lawaziya karên xwe bidin, û bername û pilanên nûjen bidin pêşiya xwe, û xwe ji pêşerojê re amade bikin, ne ku careke din xwe û miletê xwe bi silogan û axaftinên pûç û bê sûd û wate bixapînin.Li seranserî Kurdistanê û li sirgunê nêzîka heftê heyştê partiyên kurdî yên rêzanî hene, û hejmareke pir ji komeleyan hene, lê heger mirov lêgerînekê li ser karê endamên van dezgehan bike, sed rêzanvanî (Siyasetvanî) di nav wan de nabîne, û ji pîrsa kurdî re jî di nav 50,000000 Kurd de sed mirovên rêzanvan tunene, rêzanvanên Kurd tenê di pirsên erebî û farisî û tirkî û… de pir pehlewanên bi nav û deng in û serkeftî ne jî.Pir mexabin ku ta roja îro miletê Kurd ev tepeserkirina ku jê tête xwestin li ser dezgehên xwe nekiriye, ta ku kongirekî weha li dar bixin, ew jî ji ber ku hejmareke pir mezin ji keysbazan di nav wan de hene, tevî ku beşekî pir hindik ji bijarteyên Kurd li hindur û derveyî welat vê daxwazê dikin jî, lê ti bandora wan li ser biryarên komele û rêxistin û partiyan tuneye, ji ber ku ji sedî not û neh bijarteyên Kurd di kar û tevgerên xwe de pir lawaz in, û hêza wan tuneye, ku xwe bighînin cihê biryarê di her dezgehî de, herweha dewlemendên Kurd jî di vê babetê de bê bandor in, û revenda Kurd li sirgunê ne tenê bê bandor in, lê belê windayî ne jî, û pirsa Kurd li cem pirên êl û hoz û oldarên Kurd ne girîng e, ji ber ku pirên wan malbatên xwe tenê diparêzin, û ya herî kambax ew e, ku gelek ji serdarên Kurda yên di şev û rojekê de bûne sekretêr û serûkên giştî yên partiyan, di dema nêzîk de hinek ji wan endmên karger bûn di partiya Nasiriya û Elba,is û yên neteweperestên tirka de, û bavê hineka ji wan jî endamên karger û çalak bûn di wê partiya Mîşêl Efleq de, hinek ji wan jî bibûn bazirgan û qaçaxçî û di nav civaka kurdî de jî piropaganda ji partiya xwe re dikirin, û ji milet re weha digotin:“ Herin Ewropayê, û penaberiya xwe li ser partiya me bidin ha, ji ber ku girtiyên me di zindanên rejîma Sûriyeyê de hene, hûn ê zû mafê penaberiyê bigrin, û yê penaberiya xwe liser van partiyên din bide, dewletên ewropayê mafê penaberiyê nadin wî“.Di salên 1975 a de ta sala 2010 a jî ev kar dikirin, dema xortên me di riya ewleyiya Sûriyeyê re dişandin nav partiyên filestînî û libnanî, û ew xort bi kirê û bi peran mîna nandozan difrotin partiyên filestînî û hêzên libnaniyan, di dema ku Kurd hewcedarî karên wan xorta bûn, ji devêla ew bişandana nav refên şoreşa Kurdistanê, ew dişandin Libnan û Isra,îlê ji bo Orşelîm(Qudis) û Filestînê ji Ereban re rizgar bikin.Van serdaran ziyaneke pir mezin gihandin miletê me, û pakrewaniya wan xorta li ser xaka Isra,îl û Libnanê jî badilhewa çû, vêca kongirê netewî yê Kurdistanê li cem van kesan li kû ye, û pîşeyê wan li kû ye? ji van kiryarên wan xuya dike, ku di nav wan û lidarxistina kongirekî netewî de qûnaxa panzdeh hezar sal heye.Bi vî karê durûtiyê ta roja îro jî pirên van serdaran karê xwe dikin, û pê jî navên xebatkarên resen û xortên dilsoz bê nirx dikin, û di belavokên partiyên xwe de berûvajî van kiryarên xwe yên çepel dinivîsînin, û hîn jî di çavên heval û endamên xwe de, xebatkar û qehreman û pehlewan in, û xwe dikin bavê rêbaza netewa Kurd û Barzanî.Van suxtekaran bi vê rola xwe ya ne erênî di nav hevalên xwe û civaka kurdî de, armanc û pirojeyên neteweperestên Ereb, Trik, Faris û Ermen û Sûryaniyên Ba,isî (Hevalên Mişel Efleq) cîbicîdikin.Em tev dizanin ku ji bîst û şeş sala ve miletê Kurd li Kurdistana başûr beşek ji xaka Kurdistanê rizgar kiriye, û di bin desthilata çend partiyan de birêve dibin, lê pir mexabin ku ta roja îro nikarin sûdeyekê ji bo netewa xwe ji vê delîva dîrokî bigrin, û bi yasa û pilan û dezgeh û pirojeyên netewî û niştimanî xwe bi hêz bikin û peşkevin. Ew bûne dewlet, lê bê dewlet in, serûkekî wan heye, lêbê serûk in, bûne xwediyê parlemanekî, lê bê parleman in, bûne xwediyê sûpahekî mezin, lê bê sûpah in, bûne xwediyê dirav û abûrîyê, lê pirên karker û karbidest û pêşmergeyan bê mûçe ne, bûne xwediyê dezgehan, lê dezgehên wan bê kar in, bûne xwediyê ragihandinê, lê tenê ragihandinek ji bo tevlokî û nakokî û şerê birakujiyê ye.Di sala 2005 a de pirsyariyek li ser serxwebûna Kurdistana başûr hate kirin, ji sedî not û heyşta ji miletê Kurd li başûr doza serxwebûnê kirin, lê hesabê desthilatdariya vî beşî û bazarê li hev nehat, û di dawî de derew li milet kirin û newêra bûn serxwebûnê ragihînin, û sedemên wê neragihandinê jî ta roja îro ji milet re nedane eşkerekirin.Gelek caran ji ber karên şaş û tepeserkirin û zordariya partiyên kurdî yên çekdar û carinan yên ranehijtine çek jî, bi hezaran ji miletê me dev ji civak û netew û tuxmê xwe berdidin û li aliyê rejîmên dagirker li dijî miletê xwe şer dikin, û yên vê zordariya van partiyan nepejirîne, zindan dibe hêlîna wî, yan jî gerek e dev ji welatê xwe berde û xwe ji koçberiyê re amade bikin, û wê çaxê dibin xwarina masiyên deryayê, yan jî di bin dilovaniya qaçaxçiyan de dibin dîl û kole, û dawî heger wan bi kotekî xwe gihandin welatekî li sirgunê, li wir jî dibin parsek.Pir mexabin ku ta roja îro pirê partî û bijarte û rewşenbîrên me bi hişmendiya wêrankirinê bi hev re kar dikin, û bi wê hişmendiyê bandoreke kambax li nav milet dikin, ev kiryarên wan şerê Elîkê Betê û Omeriyan tîne bîra min, ew şerê ku bi navê “şerê Tinatê“ tê naskirin.Berya sîh û heyşt sala Xwedê jê xweş Osmanê Tinatî, yê ku di xortaniya xwe de peyayê axê Omeriya Ehmedê Silêman bû, û bi xwe jî di wî şerî de beşdar bibû, li Qamişloka paytext li ser wî şerî weha digote civatame:“Em û peyayên Elîkê Betê li ser çiyayê nêzîkî gundê Tinatê ketin himberî hev, şer giran bû, me û wan gelek mêr ji hev kuştin, û min bi çavên serê xwe didît, mêrkî ji benda me, ban yekî ji benda Elîkê Betê dikir û digotê “Filankeso, ku tu ji wî bavê xwe bî, tê serê xwe ji min re rakî, ew bêhişê din radibû serê xwe di nav tehtê şikêrê re bilind dikir û digotê:“Ahhh, va me ez, de ka bê tê çibikî“, radibû yê ji benda me bi tifingê nîşana xwe rastî serê wî digirt û ber di nîvê enya serê wî de lêdixist û dikuşt, bi vî rengê mêraniyê me gelek mêr ji hevdû kuşt, û dawî Elîk dev ji me berda û ji herêma me derket û vegeriya herêma xwe, û em di wî şerî de bi serketin“.Piştî apê Osman axaftina xwe bi dawî anî, rabû min gotê: Apê Osman, di wî şerî de ne hûn bi ser ketin û ne jî Elîkê Betê bi ser ket, tenê dewleta Tirk bi ser ket.Mebesta min ji vê serpêhatiyê ew e, ku ta niha hinek berpirsên rêxistin û komele û partî û rewşenbîrên me, bi wê hişmendiya dijminatî û berberî û mêraniya vala, ya dijminê me tenê sûdeyê jê dibîne, kar dikin, û ya din jî her rêxistinek û partiyeke kurdî bi têkiliyên xwe li rojhilata navîn bi dewletekê ve girêdayî ye, belê, ev tiştekî rewa ye, û tiştê ku ne ji mafê wa ye, dema ev dewlet bibin piştgir ji partiyekê re li dijî ya din û bi çek şerê hevdû bikin, lê divê em zanibin ta ku ev dewletana ji pirojeyekî kurdî ne razî bin û berjewendiyên wan têde tunebin, rê nadin lidarxistina kongerekî weha, ev jî tê wê wateyê, ku heger hat û kongirê netewî yê kurdistanî li dar ket, wê ne bi viyana miletê Kurd û bijarte û partiyên wî bête lidarxistin, ji ber ku hejmara pir ji berpirsên Kurd ne xebatkar û rêzanvan in, û ew ketine şûna xebatkarên resen û xwedî azmûn de.Jêderên tepeserkirinê ji aliyê dewletên herêmê ve çine?Helbet, pênc dewletên ku Kurd li wan hatine dabeşkirin, bandora wan di vê babetê de pir mezin e, ev dewlet ji dewletên mezin re yên xwedî hêz û pîşesaziyê ne, mîna dergevan û polîsan e, hebûna rejîmên van dewletan tenê ji bo berjewendiyên sermayedarên cîhanê li rojhilata navîn biparêzin.Di nerîna min de, dewletên herî bi tirs ji pirsa kurdî û Kurdistanê li cîhanê, Tirkiyê û çend dewletên Ewropayê ne, dewlet û rejîma Tirkyeyê hêza xwe ya darayî û leşkerî ji Emerîka û hinek dewletên ewropayê distîne, û bê alîkariya wan Tirkiyê wek dewlet û nav namîne, sedemên vê tirsa wan jî pir in, yek jê ku pirtir ji 30,000000 milyon Kurd li ser xaka xwe di nav vê dewletê de dijîn, û Kurdistan nêzîkî beja Ewropayê ye û pir dewlemend e.Ji heyştê salî ve rejîmên desthilatdar li Tirkiyeyê nikarîbûn çareseriyek aştiyane ji pirsa Kurd re bibînin, tenê di rêka abûrî de û bi devê tifingê û tank û topan, dixwestin pirsa miletê Kurd di nav xwe de wunda bikin û bipişefînin, tevî ku çend hewildanên aştiyane ji bo vê pirsê hatine kirin jî, lê pir dirêj nedikir, û ji ber ku ti çare û rêkên din ji vê pirsê re nedîtine, ta roja îro rejîma Tirkiyê bi zimanê fort û ceng û şer bi miletê Kurd re diaxive.Di destpêka 2011a de berxwedan û serhildanên buhara erebî dilê Tirkiyê û Ewropayê lerizand, ji ber ku hestiyariyek li ser berjewendiyên wan li Kurdistanê çêbû, û ji bo ku tîrêjên wan serhildanan li dijî rejîma Tirkiyeyê neghêjin Kurdistanê, rejîma Tirkiyê bi pilaneke tektîkî berê xwe da pirojeyekî berdem, û navê wê kirin, kongirê netewî yê kurdistanî, ya ku xwest di rêka partiya dîmoqrata Kurdistanê de bi serûkatiya rêzdar Mesûdê Barzanî, û partiya karkerê Kurdistanê (Apoçiyan) bi serûkatiya rêzdar Ebdilahê Ocelan vî kongirî li dar bixin, ji ber ku bandora rejîma Tirk li ser vanherdû partiyan pir heye, û ew her sê li ser gelek asteyan di herêmê de bi hev re kar dikin.Mebesta rejîma Tirkiyeyê ji lidarxistina vî kongirî tenê ew bû, ku kongireke kurdistanî bi lez lidarkeve, û ji her pênc perçeyan Kurd lê beşdar bibin, û têde biryarên girîng li gor daxwaza rejîma Tirkiyeyê û hevalbendên wê li Ewropayê were sitandin, û biryara sereke ya wî kongirî weha bête nivîsandin û ragihandin:“Endamên kongirê netewî yê kurdistanê îroj biryareke dîrokî sitandiye, ew jî ew e, ku em ê ji îro û pêde ji bo pirsa kurdî tenê di rêkên aştiyane de li seranserî Kurdistanê kar bikin, em nema ji bo vê pirsê şêweyên şerê çekdarî bi kar tînin“. Ango, em nema serê dewletên ku Kurdistan dagerkirine dêşînin, û nema doza mafê xwe di rêka serhildan û berxwedan û şoreşên çekdarî re dikin, û çi kesên vî karî bikin, ew gefdar in (Terorîst in) û em ê şerê wan bikin.Ji bo ku ev kongir li dar bikeve, rejîma Tirk û PDK a başûr û PKK ê ji her pênc perçeyên Kurdistanê nûrnerên partiyan li Hewlêra paytext civandin, û bo rêvebirina karê wî kongirî jî komîte hatin avakirin, ew civîn gelekî li kêf û xweşiya me Kurda dihat, ew nîşana lihevhatinê bû.Mebest ji avakirina wî kongirî li cem Kurdan armancek e pir kevin bû, û çavên me teva li lidarxistina wî bû, lê dema rejîma Tirkiyeyê dît, ku tenê lidarxistina kongir hêviyeke mezin li ser astê cîhanê dide pirsa miletê Kurd, û wê ev pirs bibe cihê gengeşiyeke navdewletî, û encamên wê ji sedî sed jî wê di berjewendiya miletê Kurd de be, wê çaxê neteweperestên Tirk nehiştin li dar keve û bighê serî, bo vê sedemê rejîma Tirk dev ji wî pirojeyî berda, û vexwendina birêz Mesûdê Barzanî û hunermend Şivan perwer û Ibrahîmê Tatlîses li Ameda paytext bû qelenê wî kongirî û ew amadebûna wan li amedê bi Serûkê Tirkyeyê Receb Teyib Ergoxan re kete şûna lidarxistina wî kongirî de.Lê cihê daxê ye, ku ew komîteyên ji bo birêvebirina wî kongirî hatibû destnîşankirin, ti kar ji wî pirojeyî re nekirin, û mîna gelek caran ew komîte bûn xweneke şevê û hate jibîrkirin, û kes newêre lê jî bipirse, bê çima wa komîteyan karê xwe rawestandin.Ev jî tê wê wateyê ku dewletên herêmê û Emerîka û Ewropayê ta niha berjewendiyên wan nahêlin, ku kongirek yan jî dezgeheke Kurdî li seranserî Kurdistanê bête damezirandin û armanc jê çareserkirina pirsa kurdî be.Vêca çare çî ye?Bi nerîna min, çareyek tenê ji bo lidarxistina kongirekî weha ji Kurdan re heye, ew jî ev e, gerek e xebatkarên bijarte bi destpêşxêriyekê rabin, û ji dil û canê xwe li ser daxwaza lidarxistina vî kongirî rijd bin, û li gel dewlemendên Kurd, vê pirojeyê pêşkêşî partiyên kurdî û kurdistanî yên sereke tenê bikin, û bi alîkarî û piştgiriya dostên miletê Kurd li cîhanê vî karê xwe bibin serî.Dibe ku di destpêkê de ji bo daxwaz û destpêşxêriya xwe toşî gelek astengiyan bibin, dem jî ne xem e, kengî li dar keve ji pirsa kurdî re kar e, lê geva ku karê wan dirust be, û xwedî viyaneke ji hesin bin, û bi aramî û beyî ku li ser alavên ragihandinê navan bi dû xwe bixînin, û wî pirojeyî nekin lîskek di berjewendiyên xwe yên taybet de, û serên xwe pir bi partiyên biçûk û kesayetiyên serbixwe re ne êşînin, ji ber ku ev piroje tenê bi xebatkarên xwedî ezmûn re dighêje encamên serkeftî, wê çaxê dibe ku ew di vî karî de bi ser kevin, û heger ew di pirojeyekî weha girîng de bi ser nekevin, divê em tevde zanibin, ku careke dî ked û westandina vî miletî di derbarê pirsa kurdî de badilhewa diçe, û wê sed û pêncî salên din jî bê maf di bin desta û zordariyê de bimînin, ûdi sedsala bîst û yekê de jî wê Kurdistan careke din bibe şanoyek ji bo ceng û şer û wêrankirinê.30.04.2017[email protected]

Back to top button