Civak

800 çekdar ji PKKê cuda bûne

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo eşkere kir ku heta niha 800 çekdarên YBŞê ji PKKê cuda bûne. Herwiha da zanîn ku girûpa duyem ji wan çekdarên ku hatine û tevlî Hêzên Pêşmerge bûne, dê wek girûka yekem perwerdeya leşkerî bibînin.Qasim Dirbo ji malpera KDP.info re ragihand: “Cudabûna çekdarên YBŞê berdewam e û heta niha 800 çekdaran dest ji wan berda ne, ku heta niha 400 ji wan perwerdeya wan a leşkerê destpê kiriye û 200 jî li malê xwe rûniştine, herwiha 200 jî dê wek girûpa duyem nêzîk dest bi perwerdeya leşkerî bikin. Tê çaverêkirin ku hejmareke din jî dest ji wan berdin û ew jî tevlî girûpa duyem di perwerdeyê de bikin.”Dirbo wiha got: “Piştî bombebarana Tirkiyê li ser navendên PKKê li Şingalê, ku 6 baregehên wan ên sereke li wir bûn û hemû hatin wêrankirin, êdî moralê wan têk çûye û newêrin bi azadî biçin û bên û bi dizî tevgerê dikin. Êdî newêrin bi eşkere xalên kontrolê deynin, ji ber ku balafiran ew xala kontrolê ya ku tê de gumrik ji xelkê distendin, bombebaran kirbûn. Êdî dawiya PKK li Şingalê hatiye.” 

Back to top button