CivakRojev

PKK ji rê derketiye

 Fermandeyê hêza Zêrevanî ya Pêşmerge dibêje, rewşa deverên Kurdistanî roj bi roj aloztir dibe û PKK jî ji rê derketiye.

Fermandeyê hêza Zêrevanî ya Pêşmerge, Ezîz Weysî di civîneka rojnamevanî de li çiyayê Zertik ragihand, rewşa deverên Kurdistanî aloz e û roj bi roj jî aloztir dibe. Bi taybet piştî xiyaneta 16 Cotmeha 2017, xelk ji ber milîsên Heşda Şeibî ji mal û warê xwe direve û gelekî ji wan nîgeran e.

Ezîz Weysî her wiha got, divê Pêşmerge vegere wan deveran û tenê hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê dikarin wê rewşê çareser bikin.

Li ser xirabkariyên PKKê li Herêma Kurdistanê jî, wî fermandeyê Pêşmerge got, rewşa Şingalê aloztir bûye û hindî diçe xirabtir jî dibe. Divê rêkeftina Şingalê were bicîhanîn û hêzên ne qanûnî jê derkevin.

Ezîz Weysî her wiha got, mixabin PKK piştî girtina Ocalan, ji armanc û rêya xwe dûr ketiye û li dijî kurdan tê bikaranîn. Li nav PKKê de hindek kesên niştimanperwer hene lê pêşiya wan tê girtin û nahêlin ew PKK vegerînin ser rêya xwe.

Back to top button