Polîtîk

PKK hewl dide Xanesorê bixe ser kantonên Rojava

Serokê Encumena Qezaya Şingalê Weyis Nayif tekez dike ku sedema ku xelkê Şingalê venegeriyane ser mal û warê xwe, ne DAIŞ e, lê belê PKK û Heşda Şeibî ye. Herwiha eşkere dike ku PKK hewl dide Xanesorê ji Şingalê veqetîne û bixe ser kantonên xwe yên Rojava.Weyis Nayif ji malpera KDP.info re ragihand: “Her ji roja yekê ji hatina PKKê bo Şingalê ne di berjewendiya xelkê navçeyê de bû, ku ji bo meramên xwe hatibûn û ejîndayên welatên derdorê cîbicî dikin, herwiha ji bo ku Şingalê rastî karesateke din bikin. Hatina Heşda Şeibî bo Şingalê jî ji ber PKKê bû û îro ew jî wek PKKê bûne rêgir li pêşiya vegera xelkê Şingalê bo ser mal û warê xwe.”Nayif wiha got: “Bi hatina PKK bo navçeyê derfet ji kesên xerab re vebû ku ligel PKKê kar bikin û bi çekdarên PKKê re xerabiyan bikin, xelkê birevînin û wan bikujin û birîndar bikin. Rojane li nava Şingalê bi otomobîlên camreş û bêtablo digerin û guleyan berdidin xelkê, nexasim jî li Xanesorê, ku hewil didin Xanesorê bixin ser kantonên Rojava.”

Back to top button