CivakRojev

PKK eşkere bangewaziyê li ciwana dike ji bo derkevin çiya!

Pisporê serbazî û şîrovekarê siyasî Hakim Hemdî dibêje heger îdareya xwecihî ya Silêmaniyê çalakiyên PKKê ranewestîne wê bajar rûberûyî metirsiyên mezin bibe.

PKK bi aşkereyî li nava bajarê Silêmaniyê bangeweaziyê dike ji bo xelk biçin Qendîlê û şerê çekdarî bikin. Şarezayî siyasî û serbazî Hakim Hemdî dibêje, heger îdareya xwecihî ya Silêmaniyê rêliber tevgerên PKKê negire wê di siberojê Silêmanî rastî gelek metirsiyan bibe. 

Êvara roja şemiyê, 20.11. 2021ê komeke ser bi PKKê li ‘’Parkî Hewarî’’ li bajarê Silêmaniyê ahengek  bi navê (Werin bo Cenga Azadiyê, Bo Berxwedana Gerîlla) saz ir û tê de bangewazî li ciwanan kir ku biçin Qendîlê û li nava refên PKKê şer bikin.

Derbarê wê bangeweaziya PKKê de Hakim Hemdî ji BasNewsê re dibêje, bangewaziya PKKê li ser gêncan karîgeriya wê nabe lewre gêncên niha gelekî hişyar in û nadin dû komên çekdar. Lêbelê ya PKK eli Silêmaniyê dike metirsiyeke mezin e û heger YNK rêliber wan kiryarên PKKê negire, di siberojê de wê Silêmanî tûşî gelek rûdanên ne baş bibe.

Di berdewamiyê jî de Hakim Hemdî dibêje:’’ PKK di warê serbazî de şikestiye, bangewazî maneya wê yekê ye, Tirkiyê di warê serbazî de zirareke mezin daye PKKê. Ji ber wê ye PKK bangewaziyê li ciwanan dke û ji bo biçin nava refên wê. ‘’

Herwiha Hakim Hemdî, amaje bi wê yekê jî kiriye divê îdareya xwecihî ya Silêmaniyê rê li ber wan kiryarên PKKê bigire. Lewre Tirkiye bi bahaneya PKKê xelkê sivîl dike armanc û PKK guh nade wê yekê ji ber wê yekê jî divê YNK rêliber karên PKKê yên li Silêmaniyê bigire da ku xelkê sivîl nebin armancên Tirkiyê.

Back to top button