Nivîsar

PKK bi anarşîstên biyanî dixwaze civata kurd terorîze bike

Hewaldanên PKKê ji bo têkdana aramiya herêma Kurdistanê berdewamin. Ji berî niha hinek çalakvanên alîgirên PKKê ji bo xwepêşandana li Hewlêr û deverên din yên başûrê Kurdistanê hewldan ji Almanya werin Kurdistanê. Lê hukumeta Almanya rê nedan van kesan û ew ji balefirxaneta Duseldorfê vegerandin.

Lê alîgirên PKKê hewldidin ji welatên din yên Ewropayê endamên hinek grubên marjinal û anarşît rêbikin Kurdistanê û helwesta xwe ya tevliheviyê berdewam bikin. Hinek jinên anarşîst bi mebesta xwepêşandana hatine herêma Kurdistanê. Ev jin û hevalbendên PKKê bûn ku, di vextê xwe de çûn parlemenyo Almanya û dan ber qiran: Çekan nedin pêçmerge. Eger raste ev anarşît dixwazin ji bo aşitiyê hinek çalakiyan bikin, bila berê xwe bidin Tirkiye û bakurê Kurdistanê. Lê vê nakin ji ber ku armanc têkdana rewşa aram a herêma Kurdistanê ye.

PKK bi derewan dibêje ku keşeya wan li gel PDKê heye. PDK partiyek siyasî li herêma Kurdistanê ye û li gel hinek partiyên din şirîkê desthilatê ye. Çi problema PKKê li başûrê Kurdistanê hebe, li gel hukumet û desthilata hilbijartiya meşrû ya herêma Kurdistanê ye.

PKK jî baş dizanê ku bi çar jinên anarşîstên biyanî nikarin aramiya Kurdistanê têkbidin, lê her hewl didin û armanca xwe ya ji dil dertêxin holê. Doh bû Murat Karayilan daxûyanî da û got em serweriya Kurdistanê nas dikin. Lê derewa dike, mimkine ew nasbike, lê berê xwe bidin daxûyaniyên, Cemil bayik û Mustafa Karasu. Ew tu serweriyekî li Kurdistanê nasnakin û herweha taybetî di kesayeta PDKê de ragihandina şerekî kirine. Karasu vekirê da xûyakirin ku, şerê li dijê PDKê ne şerê brakujiye. Eger PKK û hinek rêveberin PKKê ku biryara di destê wan de ye, bi vî mejiyê nasyonalistên çepên Tirk, mejiyê zingar girtî tevbigerin, bila kesek gazinda neke û behsa gotina aşitiyên sexte neke.

Ji xwe heta ew rewşenbir û siyasetmedarên rastiya PKKê û tevgera wê nebîne û ne xwedî helwestbe , ne mafê waye ku behsa destkeftiyên Kurda yan jî yekitiyeka di nav kurdan de bikin. Bila yek zana, akilmend derkeve ku li bakurê Kurdistanê behsa destxistinek a siyaseta PKKê bike? Wan talankirin û wêrankirina Kurdistanê pêve tiştek nekirine.

Gerek hêdî Kurd bikaribin bi destkeftiyên netewî û ew destkeftiyên Kurdistanê ber bi dewletbunekî ve bibe xwedî derkevin. Bi siyaseta dijberî û ji îdeolojiya çepên Kemalist peyda bûyî ji zererê bêve tiştekê ji bo Tevgera Azadixwaz a Kurda peyda nake.

Nûçe/Analîz

Back to top button