Divê Tirkiye rêzê li serweriya Iraqê bigre

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê daxwaz ji Tirkiyê kir ku r;z; li serweriya Iraq; bigre.herweha da x[yakirin ku, ew nahêlin axa Iraqê ji bo ti êrîşên terorîstî yên li dijî welatên cîran bê bikaranîn.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Iraqê rêzê li serweriya welatên cîran digire û divê ew jî rêzê li serweriya Iraqê bigirin

Yehya Resûl tekezî li ser wê yekê jî kir, hêzên Pêşmerge beşek ji sîstema berevaniya niştimanî ya Iraqê ne û qurbanî dane û ligel şer ji bo rizgarkirina Iraqê kirine.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê êrîşên Tirkiyê şermezar kirin û got, divê Tirkiye rêzê li serweriya xak, av û asmanê Iraqê bigire.

Herwiha diyar kir, Tirkiyê bi riya firoke û topxaneyê binpêkirin kirine, hikûmeta Iraqê kar li ser wê pirsê dike û naxweze xaka Iraqê ji bo ti êrîşên terorîstî yên li dijî welatên cîran bê bikaranîn.

Nerîna min :