Bangewazî ji bo hemû gelê Me yên Niştimanperwer li seranserê Cîhanê
Gelê me yên hêja û bi rûmet
Bûyerên vê dawiyê yên deverên Zûmar û Şingalê her wiha ew trajediya ku hat serê xûşk û birayên me yên êzîdî dilê mirov dêşîne.
Gelê Kurd li seranserê Kurdistanê ji bo piştgiriya kurdên êzîdî û protestokirina êrişên DAIŞê li dijî Başûrê Kurdistanê û êzîdiyan xwepêşandan dikin, ji bo yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd bi rakirina ala Kurdistanê û siloganên niştîmanperwerî dengên xwe digihênin hemû xelkê Cîhanê.
Lê mixabin alîgirên PKK ê tenê li berjewendiyên hizbî difikirin, ji berjewendiyên netewî zêdetir ew li berjewendiyên partîtiyê difikirin û bi rakirina wêne’yên rêxistinên girêdayên PKKê fêdeyê bibîne û ji bo vê yekê jî dixwaze desthilatdariya xwe li ser xelkê ferz bike û armanca PKK ji wê yekê ewe ku xelk bêje, “binêrin tenê PKK alîkariya Kurdên Êzîdî dike.
Em Bang li hemû gelê Kurd li seranserê Cîhanê dikin bi rakirina Ala Pîroz Kurdistanê û bi siloganên Netewî piştgiriya xûşk û birayên me yên êzîdî û Pêşmergên Kurdistanê bikin ,her weha li dijî van lîstikên qirêj derbikevin.
BIJÎ KURD Û KURDISTAN
Tevgera Şoreşgerên Araratê
15ê Tebaxê 2014 an
Ez bawer nakim ,ku édi Kurd bi slogan ú drú$mén híc partiyeki béte xapandin,Xelké Kurd xwedi tecrúbek dúr u diréje ,u ba$ dizané kíjan tevger u parti li gor berjewendia gelé me xebaté diké.Véca pkk-e u aligirén wé &i dikin ,&i dibéjin,&i alé hildidin hemu ji bé wate ye.Hta ev tevgerén han rézé ji ala netewire negré,heta rézé ji xelkén ne hemfikirin kurdre negré,heta berjewendia gel ne li ser ya parti,u serokati bé,heta hurmeté ji réveberiya ba$uré welatre ni$an nedé,heta dev ji ideolojia apo&iti,ne kurdewari bernedé,heta rézé ji cihana demokratikre negré,heta xwe reform neké ,gotin u soz,u bangawaziya wan kesek guh nadé,kesk bawerí pé nainé.Bijí Kurd,Bijí Pé$merge.Bijí serxwebún.
Ev raste Apoçî dixwazin xwe nişana xelkê bidin em tenê li meydanê hene ,PYD li rojavayê Kurdistanê qedexe kir ku xelk alîkariya xwe ji bo Kurdên Êzîdî yên koçber bike, alîkariya ku were kirin mecbûre bi riya PYD be.bi nêrîna min siyaseta Dîaş û Pkk yekin.