Nurî Malikî teslîm bû

Berî heftiyekê serokomarê Îraqê, Heyder Ebadî ji kotleya Hevpeymaniya Niştimanî ya şîiyan weke serokwezîr raspard ku, hikûmeta nû a Îraqê pêkbîne. Ev yek bû cîyê dilxweşiya hemû aliyên îraqî û Amerîka û Yekêtiya Ewropayê, Îran û dewletên erbî hemûyan pîrozbahî li Ebadî kir û piştevaniya xwe ji bo wî nîşanda.

Yê ku li dijî kandîdkirina Ebadî derketî bi tenê Nurî Malikî û çend kesên derdûra wî bûn. Malkî got ku, ew hikûmetê teslîm nake û xwest alkoziyan çê bike û kodetayekê bike. Lê Amerîka, Yekêtiya Ewropa, Îran û hemû dewletên erabî hişdarî da Malikî ku, aloziyan çênnek.

Piştî Malkî maye bi tenê û bi tyabetî Îranê jî pişta xwe da wî û çi rê ji bo wî neman, ew naçer bû duh bi şev gotareke di telefzyona fermiya Îraqê de xwand û got ku, ji bo xatira berjewendiyên Îraqê ew  kandîdkirina xwe bo posta serokwezîrtiyê vedikişe û wê postê ji bo Heyder Ebadî dihêle.

 

Nêrînek

  1. Édi bila Íraqi hemú baş bizanin kilita serkeftina beréz Ebadi,ango çareseriya aloziya Íraqé di desté Kurdan ,ú seroké Kurdan rézdar Mesud Barzani de ye.Eve bé gumane.her pirsgirék,u giriftariyek,u problémek li Íraqé tena di réka Hewlér de téte çareserkirin,híc réyek dítir níne.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: