PJAK-ê 4 pasdarên Îranê kuştin
Li Eyaleta Kurdistana Rojhilat, ji ber êşkencekirina girtîyên Kurd û biryara cezayê dardakirinê PJAKê Îran hişyar kiribû. PJAKê 4 Pasdar kuştin 4 jî brîndar kirin.
Di navbera artêşa Îranê, ku haziriya operasyonan de bûye, û hêzên PJAKê (partiya jiyana azad a Kurdistanê) pevçûn derket. Li eyaleta Kirmanşah li Paweyê, li herêma Nodşe, danê êvarê şer qewimîye, encamê de 4 pasdara jiyana xwe wenda kirine û 4 jî brîndar bûne. Wendahiyên leşkerî rakirine nexweşxanê. PJAKê derbarê bûyerê de hîn ti daxuyanî nedaye.
Gorî çavkaniyên herêmî, çendake ku artêşa Îranê, di nav amadekariyeke operasyonên leşkerî de bû ye.
PJAKê hişyarî da rejîma Îranê ku îdamkirina girtîyên siyasî, sedema şer e.
Tê zanîn, endamê PJAKê Hebibullah Gulperipur, di girtîgehê de ye û bi darvekirinê re rû bir û ye.