Polîtîk

Civata wezîran proje bûdceya 2012-ê ya Kurdistanê nirxand

Li gora nûçeya KTV-ê, civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û amade bûna tevahiya Wezîran civiya û dest bi nirxandin û giftûgo kirina proje bûdceya sala 2012an ya Kurdistanê kir.

Di destpêka vê civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê bi awayekî kurt rewşa giştî ya Kurdistan û Îraqê rave kir û balkêşande ser bername û steratejiya Hikûmeta nû ya Kurdistanê.

Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku, Hikûmeta nû ya Kurdistanê vê bi awayekî berdewam xizmet welatiyên Kurd bike û li ser meseleya çaksazî, awedan kirin û pêşde birina rewşa Kurdistanê berdewam be.

Serokwezîrê Kurdistanê tevahiya Wezaret û Wezîrên Hikûmetê jî hişiyar kir û ragihand ku, pêwîste tevahiya Wezaretan xal bixal proje bûdceya sala 2012an ya Hikûmeta Kurdistanê bi başî cîhbicîh bikin jiber ku, ev projeya han di xizmeta welatiyên Kurdistanê deye.

Pişt re Wezîrê darayî û Wezîrê plandanan bername û naveroka projeya bûdceyê eşkere kirin û piştî eşkere kirina naveroka vê projeya han biryar hate dayîn ku, bi mebesta pejrandina vê projeya han Hefteyeke din ev proje ji Parlementoya Kurdistanê re were şandin.

 


 

Back to top button