Polîtîk

PJAK agirbest ragihand Îran qebûl nake

Van rojên ku şer di navbera hêzên çêkdarên Îranê û çekdarîn PJAK-ê de gur bûyî, PJAK-ê di cih de agirbest ragihand. Di vê derbarê de, Endama serkirdiyatiya PJAK-ê Evîn Zîlan bi taybet ji PNA re ragihand ku,ew agirbesta ku PJAk ragihandî bi pejirandina herdu aliyan hatiye encamdan.

Zîlan dibêje ku, Komara Îslamiya Îran û û PJAK-ê wek du aliyan ev agirbest ragihandiye. Herweha li gora daxuyaniya Zîlan hinek keseyatên siyasî ji bo vê agirbestê di nava aliyan de çûyin hatin kirine. Lê Zîlan navên kesek ku navçî kirîn negot.

Herweha di vê derbarê de bejedarê supayê pasdarên Îranê Eqîd Hemîd Ehmedî jî, ji PNA re ragihand ku, çekdarên PJAK bi neçarî agirbest ragihandine.heta nihajî ev agirbest ji aliyê Îranê ve nehatiye pejirandin. Ehmedî ragihand ku tu wateya agirbesta PJAK tuneye. Daxwaziya me ew ku, PJAK deverên sinor bi temamî cih bihêle.

Back to top button