Kultur

Newşêrwan Mistefa rojnameya Rojname daxist

Bi biryareke Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê rojnameya Ronmae ku ji kompaniya Wşe dihat weşandin, hat daxistin û îro hijmara dawiyê derdikeve.

Li gor Hawelatî, Newşêrwan Mistefa ji  şefredaktorê rojnameya Rojname re gotiye ku êdî tesîra Rojname yê nemaya û divê bê daxistin.
Newşêran Mistefa dibêje ku tevlîheviyek di manvbera kompaniya Wşe û tevgera Goranê de heye û divê têkeliyên di navbera her du aliyan de jinşve bên rêxistin û dibarçavan re bên derbas kirin.
Li ser vê biryarê gelek rexne li Newşêrwan tê girtin ku bi seroê xwe biryara dide  bi tu aliyan re naşêwire.

Weke tê zanîn dema Newşêrwan ji Yekêtiya Niştimanî YNK veqetayî, wî dest bi avakirina kompaniya Wşe kir û biryara xwe dabû ku karê mediyayê û lokêlînan bike, ji bo vê yekî jî hem YNK û hem jî PDK bi milyonan dolar alîkarî dan Mistefa daku kompnaiya Wşe dabimezrîne. Lê paşî 2007ê Newşêrwan Mistefa Tevgera Goranê ragehand û kompaniya Wşe bi televizoya KNN û rojnameye Rojname ve ketin dibin kontrola Goran û weke organên fermî yên Goranê weşanên xwe berdewam kirin. Rojnameya Rojname destpêkê rojnameyeke rojane bû, paşî vê dawiyê bû heftiyane.

Back to top button