Nivîsar

60% ji nivşê nû dixwazin zelam karên navimaliyê bikin

Xêzan berpirsiyaratiya jin û mêrane, herdu pêk ve xêzanê avadikin, karên rojane yên xêzanê jî pişkek ji temamkirina jiyana rojane ye, nifşê nû ji yên berê pitir di hizir vekirîne ku harî jinên xwe karên navimalê bikin, lê di vê rapurta meda wesa diyar bû ku hindek caran jin bi xwe hez naket zelam karê navimaliyê bike û hindek caran jî jin dibe rêgir.

Jin û mêrek, ku her du mamostane û li Duhokê dewama xwe dikin, wan bi tenê kurek û kiçeka sê salî heye, diyar kirin ku, ji ber ku ew gelek li gel yek di arîkarin, ew wesan dixwazin ku dewamên wan bi dijî yek bin, anku yek li spêdê û ya dî li piştî nîvro.

Mamostaya jin diyar kir ku zelamê wê hemû karan li gel wê dike û naxwaze ew gelek mandu be û aşikira jî kir hetaku ew xwarinê jî çêdike û li nik wan ev çende gelek ya siroştî ye lê hindek caran xelk hesûdyê ji wan dibe û gelek caran jî tûşî lumekirinê dibin, wê mamostayê got: (çunku me bi evînî xêzana xwe pêk înaye û em li zankoyê li gel yek bûn, em vê çendê bo hindê di zivirînîn, demê ez dihême mal, mala min gelek ya paqije û xwarina min jî ya amade ye û li beramber, ez jî wedkem û ta niha me çi arîşe nînin).

Xesûyek, ku xudana du bûkane aşikira kir ku, her li kevin da jin jine û mêr mêre, karên jinan jin dikin û yên zelaman jî her zelamin, ew ne li gel wê çendê ye ku bizane kurekê wê karên navimaliyê dike û got: (li gundan jinan karên mezin dikirin û xwe li benda zelaman di helavêjtin, lê jinkûkên niha neşên mala xwe raden û nazidariya li ser serê zelaman dikin).

Li dor vî babetî, Tavge Ebdûla, qutabiya beşê karê komelayetî li zankoya Selahddîn bo Evro aşikira kir ku, li dûv wan xwandinên civakî yên ew karî têda dikin, niha civak yê dihête guhartin û yê berev qunaxa werarê diçe û got: (nifşê kevin ta niha karêgeriya xwe li ser nifşê nû heye û hindek caran ew dibine rêgir ku zelam yê harîkar be li gel jinê).

Jineka din diyar kir ku, zelamê wê gelek li gel wê yê harîkare, lê demê ew mirovekî bîne wek gelek zelaman xwe xirab dike û neyê arîkare, nexasme demê mêhivan dihêne mal ew çi karan naket.

Tavge xanî ew jî aşikira kir ku li dûv vekolînekê ku par sal wan kirî li taxên kevin û yên nû û ji xelkê sivîl, bo wan diyar bû ku 60% ji nifşê nû li gel wê çendê ne zelam yê arîkar be li gel jinê ji bo karên navimaliyê.

Li dûmahiyê jî tavge xanê diyar kir ku, hebûna hevkariyê li navbera jin û zelaman da ramana wê çendê didet ku ev jin û mêre gelek hez ji hevdu dikin û di harîkarin li gel yek û rêzê li yek digirin, tavgeyê got jî: (jin û mêr temamkerên yekin û bila herdu bizanin, heke ew xwe bi hevkarên yek bizanin dê xêzana wan herdem ya ava be û arîşeyên biçûk jî hêdî hêdî dê çareser).

Ewro:Çîman Kanikî

Back to top button