Cîhan
Pizîşkê taybetî yê Şeceryan jî Kurde
Mihemed Riza Şeceryan muzîsyenê mezin û awazdaner û hunermendê Îranî ye ku navûdengeke xwe yê cîhanî heye û van rojan ji ber ku li nexweşxaneya Cem ya li Tehranê hatiye razandin û çendîn car nûçeyên derewên mirina wî û rewşa tendirustiya wî hate belav kirin, û her wiha nav û kesayetiyê doktorê wî yê taybetî jî bûye babeta rojnameyên îranê.
Navê Pizîşkê taybetî yê Şeceryan Dr Hesen Ebbasî xelkê Sera ya ser bi bajarê Seqize van rojan li medyayê da gelek derdikevê û ku ew 20 sale doktorê taybetî ya Şeceryane dibêje: Rewşa tendirustiya Şeceryan berev başbûnê ve diçe û cihê dilxweşiyê ye.