Nivîsar

Pîvana Kurdistanbûyînê çîye ?

Gelek cara hinek gotinên siyasî têne gotin ku li ser naveroka wan, yan jî bi temamî têne çi wateyê kûrahî şirove nayên kirin. Ji bo vê yekê jî ew gotin wek şîara(slogana) dimînin. Li vê derê dixwazim bêjim ku piraniya cara em di nivîsandinên xwe de Kurdistanibûn yan jî Kurdbûnê bi kar tînin heta gelek cihan jî behsa xeteka siyasî dikin û wê xete wek Xeta Netewî bi nav dikin.

Gelo pîvan a Kurdistan bûyînê yan jî li ser xetek netewî siyaset kirin çiye? Dema ev yek bi awayekî zelal bibe, dê hingê gelek aliyên siyasî bi zanebûn ji hev bêne cuda kirin û her gava ji bo yekitiyek yan jî hevkariyekî bê avêtin li ser hinek xalên hevbeş aliyên siyasî dikarin bi rêbikevin.

Li Kurdistana Bakur gelek aliyên siyasî hene. Ji van wek partî HAK-PAR, PDKT, PAK, PSK, partiyên eşkere û yasayine   û xwe wek partiyên Kurdistanî didin nasandin. Ev aliyên siyasî kêm zêde behsa tiştên cuda û rêbazên cuda jî bikin partiyên kurdane û li gora xwe hewldidin ku li ser xetek netewî siyasetê bikin. Ji aliyek din ve hinek van partiyan, xwe sosyalist, hinek liberal demokrat û hinek jî xwe demokratên Şoreşger yan jî Demokratên netewî nav dikin. Çikas di aliyê îdeolojik de cudahî hebê jî partiyên Kurdistanîne. Ji xwe ya girîng jî eve.

Ji bilî van partiyan hinek tevgerên din hene ku gelek bi zîzî  li ser Xeta Netewî disekinin û di hemû çalakiyên xwe de vê bingeh digrin û li himber aliyên ku xwe kurd didin nasandin û bingehê xwe de li dijî Xeta Netewî tevdigerin gelek bi radikalî rexna dikin. Mirov dikare Tevgera Ciwanên Kurdistanê di vê xetê de wek mînak bide nîşandan. Herweha cara yekem van ciwanan Ala Kurdistanê di çalakiyên xwe de û nava xelkê de bilind kirin û ew ziyniyeta ku li dijê Ala Kurdistanê mehkum kirin û di vê siyaseta xwe de jî serkevtin. Îro li Bakurê Kurdistanê ji derê PKK/HDPê hemû aliyên Kurdistanî Ala Kurdistanê bilind dikin û wek sembolek netewî hildidin.

Li Bakurê Kurdistanê HDP gelek partiyek bi hêze ji kurda gelek denga werdigirê , hêzbûna HDPê ji kurdan tê. Lê mixabin HDP siyasetek netewî ji bo kurda  rêve nabe û ne li ser xeta netewî siyasetê dike û ne hêzek Kurdistaniye. HDP li ser xeta PKKê siyasetê dike û ne siyasetek Kurdistanî rêve dibe. Heta HDP xwe wek partiek ya kurda yan jî Kurdistanê nav nake û her demî vekirî dide xûyakirin ku ew partiyek ya gelan e û partiyek ya Tirkiye ne.

HDP wek partî koalisyinek ya çepên kurd û çepên Tirk e. HDP vê yekê dibêje û xwe bi vî awayî dide nasandin, lê ji ber hêzbûna HDPê ji bo dikare hinek kesan bike parlementer  yan jî şeredar , mixabin  beşek siyasetmedar bê ku bawerî li siyaseta HDPê bînin dengê xwe didin wan û ji bo berjewendiyên kesayetî dikevin di nava HDPê de û bê ku baweriyê bînin propaganda siyaseta ne Kurdistanî dikin.

Ji roja HDP ketî di Parlementoya Tirkiye de heta vê gavê , gelo ji Bo Kurdistanê çend pêşniyar pêşkêşî parlementoyê kirine ku mirov bêje “Rasti ev daxwazek ji bo kurdane û divê di hemî warî de pişgirî bê kirin“ . Malpera parlementoya Tirkiye de derfet heye ku mirov vê yekê bişopîne û bibîne.

Dema rewşa siyasetên li Kurdistana Bakur bê nirxandin, gelek vekirî dixweyê ku, HDP ne Kurdistaniye û ji bo berjewendiyên netewê Kurd siyasetê nake û gelek cara siyaseta ku pêve girêdayî jî astengên mezin di rêya daxwazên Netewî yên Kurdan de çêdike. Heta kurd vê yekê nebînin û li gora wê tevnegerin dê her li ser xetek çewt siyasetê bikin.

Ji bo aliyek, tevgerek yan jî partiyek siyasî pîvana Kurdistanûbûne ewe ku berjewendiyên netewî bikin bingehê siyaseta xwe û li ser wê jî xebata xwe bilind bikin. Ege rev pîvan nebe û tu aliyek siyasî nikare îdia bike ku ew siyasetê li ser xetek netewî dike.

Eger tu li dijê dewletbûna Kurdan bisekinî, eger tu xwe wek kurd bi nav nekî, eger tu sembolên Kurda sembola xwe qebûl nekî, eger tu neteweyîbûnê paşverûtî bibînî çiyê te Kurdistanêye?

13.11.2018

Dara Bilek

Back to top button