Polîtîk

Pêwistî bi alternatifek nalternatîfeke neteweyî û demokratîk heye

Di hilbijartinên herêmî de hewcedarîya gelê me; alternatîfeke neteweyî û demokratîk e

 

Hilbijartinên herêmî, yên ku dê di 31ê Adara sala 2019an de pêk bên, yek ji rojeva sîyasetê ya sereke e. Em wek Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) hilbijartinên herêmî girîng dibinin.

Wek destpêka amadekirîya vê pêvajoyê me herdû partiyan, li Amedê, di roja 11yê Mijdara 2018an, Komxebata ‘Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk’ lidarxist.

Komxebata ‘Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk’, bi beşdarîya nêzîkî 100 sîyasetvan û rewşenbîrên ku hatibûn vexwendin hate lidaxistin.

Di Komxebate de li ser navê PAK û PSKyê, ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an, sîyaseta nemazedên serbixwe yên welatperwer û demokrat hate pêşkêş kirin.

Beşdarên rêzdar, di atmosfereke demokratîk de, di derbarê hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de fikir û pêşniyarîyên xwe pêşkêş kirin.

Li gel hinek fikrên cuda jî, piranîya axaftvanan, di hilbijartinên herêmî de pêwîstîya alternatîfeke netewî û demokratîk anîn ziman û piştgirîya xwe ji bo pêşniyarîya PSK û PAKê eşkere kirin.

Komxebata ‘Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk’,  bi hêjmar û mustewaya beşdaran û bi mustewaya nirxandinên ku hatine kirin, destpêkeke hêvîbar û berhemdar bû.

Em wek PSK û PAK, di rojên pêş de, ji bo ava kirina Platformên Namzedên Serbixwe yên Welatper û Demokrat, dê li gel partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên welatperwer û demokrat muhaweleyeke berfireh dest pê bikin.

Em ji ber beşdarî û pêşkêş kirina fikrên wan yên bi qîmet, spasîya hemû beşdarên Komxebata ‘Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk’ dikin.

13.11.2018

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê(PSK)

Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

Back to top button