Polîtîk

Piştî referandumê yekemin hevdêtin li gel Amerika

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîkayê Bexdayê Douglas Silliman û şanda li gel kir.Li gor daxuyaniyekê di hevdîtinê de Balyozê Amerîkayê Bexdayê Douglas Silliman xweşhaliya xwe bo hevdîtina li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman û her du aliyan behsa rewşa navçeyê, Iraq û Herêma Kurdistanê ber û piştî proseya referandomê hate kirin.Herwiha her du alî li ser wê yekê hevnerîn bûn ku, divê hemû aliyên navxweyî û navnetewî hawil bidin rewşê aram bikin û diyalokeke cidî di navbera Hewlêr û Bexda bo çareserkirina pirsgirêkan destpêbike.Piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona borî de bi serkeftî hate pêkanîn hikumeta Iraqê û parlamentoya wê çendîn biryar li dijî herêma Kurdistanê derkirin. 

Back to top button