Cîhan

Piştî bûyerên li Kayseriyê CHP 10 xal pêşniyaz kirin 

Bûyerên ku li bajarê Kayserî yê Tirkiyê li dijî Sûrîyeyiyan dest pê kir derbasî hinek bajarên din jî bû û li dijî koçberên Sûriyeyê kampanyayek mezin hat destpêkirin. Li hember vê kampanyayê li hinek bajar û deverên Sûriyê jî li dijî artêşa Tirk çalakî hatin kirin û alên Tirkiyê hatin şewitandin. Evê yekê şik û guman xist jinûvedestpêkirina têkiliyên Tirkiyê û Sûriyê. Bi peyamên Erdogan û Beşar Esad xuyabû ku herdu alî jî dixwazin pirsgirêk û nakokiyên navbera xwe çareser bikin û vegerin asta danûstendin û aştiyê. Lê bûyerên vê dawiyê di serê gelekan de pirs çêkirin.

Di vê derbarê de Alîkarê Serokê Giştî yê Polîtîkayên Derve yê CHPê Îlhan Uzgel, ji bo çareseriya pirsgirêkan destnîşanî û pêşniyazên xwe yên ku ji 10 xalan pêk tê pêşkêşî awira gelemperî kir. Di daxuyaniya Uzgel de hat gotin ku divê “pêvajoya asayîbûna bi rêveberiya Esad re dewam bike” û  “Nayê qebûlkirin ku endamên AAS (Artêşa Azad a Sûriyê)’yên ku mûçeyên wan ji alî Tirkiyê ve tê dan ala Tirkiyê bişewitînin û zirarê bidin mal û milkên Tirkiyê”.

Uzgel li ser hesabê xwe yê medya civakî bi sernavê “Daxuyaniya CHP ya ji 10 xalan ” parve kir. Li gor Uzgel ew 10 xal ev in:

1- Siyaseta Tirkiyê ya Rojhilata Navîn, siyaseta Sûriyê û siyaseta penaberan têk çû û îflas kir.

2- Berpirsiyarê sereke yê vê rewşa xirab Erdogan û hikûmeta AKP ye.

3- Hikûmetê ne tenê kirîza Sûriyê kûrtir kir, her wiha Tirkiye kir dîlê vê qeyranê.

4- Dema ku Erdogan bi polîtîkayên xwe bû sedema wêrankirina Sûriyê û Tirkiye kir embara penaberan a cîhanê, ji bo jiyana van kesan jî bi Ewropayê re dudilî nekir.

5- Pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û demografîk ên ku ji ber zêdebûna hejmara penaberan li Tirkiyê çêbûne, paşguh kiriye û ji bo çareseriya yek ji van pirsgirêkan jî tu însiyatîf dananiye.

6- Divê Tirkiye ne tenê di warê gotinê de, lê di pratîkê de jî li ser esasê desttêwerdana karên navxweyî yên cîranan, ku kevirê bingehîn ê serdema Ataturk bû, tevbigere.

7- Divê Tirkiye siyaseta xwe ya li ser Sûriyê ji nû ve diyar bike û bibîne ku berdewamiya statûkoya heyî ketiye xitimandinê. Nayê qebûlkirin ku endamên AAS yên ku mûçeyên xwe ji Tirkiyê distînin, ala Tirkiyê bişewitînin û zirarê bidin mal û milkên Tirkiyê.

8- Divê hikûmeta Erdogan demildest nexşerêyek realîst û bikêrhatî ji bo çareserkirina pirsgirêkê, di nav de vegerandina penaberan, eşkere bike.

9- Divê pêvajoya asayîkirina bi rêveberiya Esed re berdewam be.

10- Em bang li welatiyên xwe dikin ku li hember provokasyonên bi vî rengî hişyar bin.

Back to top button