CîhanRojev

Piştî biryara Sedir li Bexdayê qedexekirina derketina derve hate ragihandin

Rêveberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir da xûyakirin ku,wî dest ji siyasetê berdaye û hemû dezgehên xwe yên siyasî girtine. Piştî biryara Sedir alîgirên Sedir xwepêşandanên xwe berfireh kirine û heta ber avahiya Serokkomariyê ve çûne. Ji bo çalakiyên alîgirên Sedir li Bexdayê qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Li gor biryara Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, qedexeya derketina derve li Bexdayê ji îro demjimêr 15:30 ve dest pê dike û li gor biryarê rê bi hatin û çûna hemwelatiyan û otomobîlan nayê dan.

Di daxuyaniya ragihandina qedexeyê de hatiye gotin, ku biryara qedexeyê ji bo aramkirina rewşê ye.

Berî ragihandina qedexeyê, Fermandariya Operasyonên Hevbeş di daxuyaniyeke din de daxwaz ji xwepêşanderan kiribû, demildest ji navçeya Kesk a Bexdayê derkevin.

Back to top button