CivakRojev

Piştî 10 salan Metranekê nû li Zaxo dest bi kar kir

Îro bi amadebûna hejmareke berpirsên hizbî û hikûmî û kesayetiyên devera Zaxo û ji pêkhatên bajarê Zaxo, di rêwresmekê taybet da Metranekê nû yê Kildanan li Zaxo hate danîn ku eve 10 salan kursiya Metranê Kildanan li Zaxo vala mabû.

Di daxuyaniyekê da Metranê nû yê Kildanan Fêlîks Seîd Alşabî ji bo dezgehên ragihandinê got: (Piştî hatime destnîşan kirin li cihê Metran Reba Qes li Zaxo dê hemî hewlan bidim ku pêkvejiyana li Zaxo heye bihêztir bikîn û her wiha digel Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta xwecihî hemî deman bibîne kilîlên çareseriya hemî pirsgirêkên di navbera hemî ol û mezhebên li Zaxo, ji ber ku bajarê Zaxo bi bajarê pêkvejiyanê tê nasîn û wê bi vî navî jî biparêzin.

Ji aliyê xwe ve Elî Ewnî Berpirsê Leqa Heşt li Zaxo ya Partiya Demokrata Kurdistanê got: Wekî leqa heşt wê piştevanê Metranê nû yê bîn li Zaxo ji ber ku yek ji armancên me parastina pêkvejiyanê ye li Zaxo û ewa ku ji destê me da bê dê ji bo hemî pêkhatên bajarê Zaxo encam bidîn.

Back to top button