PolîtîkRojev

Parlemena Yekîtiya Ewrupa li dijî tirkiye dicive

Biryare Parlemena Yekîtiya Ewrupa di derbarê reftarên tirkiye li Rojavayê Deryaya Navîn bicive û sepandina sizaya aborî mijara guftûgoyên wan bê.

Costas Mavrides Parlementerê Yekîtiya Ewrupa ragihand Parlemena Ewrupa çavdêriya rewşa navçeyê dike û biryare bi beşdarî û amadebûna Nûnerên tevahiya welatan li çend rojên pêş da kombibê ku biryarek beramber reftar û tevgerên tirkiye yên li Deryaya Navîn da bide.

Parlementerên Ewrupayî baweriya wan wiha ye ji bilî protestokirina reftarên tirkiye, renge pirsa sepandina sizaya aborî jî li ser wan welatên guftûgo bike.

Li çend rojên derbasbûyî jî Yekîtiya Ewrupa hişyariyê dabû tirkiye ku eger kêşe û gengeşeyên li Deryaya Navîn da bi ‌aştiyane li gel Yunanîstanê çareser neke siza li ser tirkiyê de disepênin.

Back to top button