Nivîsar

Pişgiriya serxwebûnê erkek netewiye

Roja Tevgera azadixwza kurd peyda bûyî heta niha berdewamî behsa yekitiyekî di nava aliyên siyasî de tê kirin.Yekitî ji bo serkeftina Tevgera kurd wek pêwistiyekiye. Lê piraniya cara behsa cureyê yekitiyê nayê kirin. Yekiti di navbera hêzên cuda li ser hinek daxwaziyên hevbeş tê kirin. Herweha ji bo kurda yekiti ji bo berjewendiyên netewî û ji bo destxistina mafê rewa yê Kurdistanê tê çêkirin.Lê piraniya cara sedemê peydabûna hinek pirsgirêkan di nava aliyên siyasî de tunebûna Yekitiyekî tê nîşan kirin.Li Başûrê Kurdistanê aliyên siyasî ji bo berjewendiyên Kurdistanê yekitiya mala kurd ava kirin. Herkes bi vê yekê dilxweş bû. Lê gelek cara ev yekiti rêve nediçû. Îro bûyerên ku têne jiyandin da xuyakirin ku ev yekitî di rastiya xwe de najiyaye.Ez dixwazim behsa rewşa du aliya wek mînak bidim.Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî û PDK ji bo kurd li Başûr bibin dewlet yanî kurd jî di qada navdewletî de bibin xwedî statuyekî serbixwe di nava hewldanekî de ne.Di qada cîhanî û herêmî de zemînek ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê heye û ev ji bo kurda firsendek zêrîne.Ji aliyek din Tevgera Goran li dijê ragihandina dewletek kurdiye. Vekirî ji bo astenga di rêya ragihandina dewleta kurdî de çêbike, êrîşê barigehên PDK dike. Hukumeta Bexdayê û aliyên erebên dijê serxwebunê re bi hemû awayî hevkariye dike. Yanî bi hemû hêza xwe li dijê ragihandina serxwebûna Kurdistanê disekine.Lê welê jî tê gotin ku“ Firset ji bo kurda hatiye lê yekiti pêknewê kurd nabin tiştek“ başe ew kesên vê dibêjin , divê behsa naveroka yekitiyê jî bikin.Li her beşê Kurdistanê pîvanên yekityê cuda ne.Li Başûr jî di vê pêvajoyê de, pîvan hatine guhertin. Eger li ser ragihandina dewletek Kurdî, ji bo berjewendiyên Kurdistanî, ji bo desteftiyên netewî yekitiyek bê avakirin ev pîroz e û divê her kurdek welatparêz pişgiriya vê bike.PDK li gel gelên Kurdistanê amadebûna serxwebûna Kurdistanê dike.Goran ji bi hemû hêza xwe dijê serxwebûna Kurdistanê disekine.Bila akilmendek siyasî bikaribe bêje ka dê çewe yekitî di navbera van herdu aliyan de pêkwerê?Ya rast ewe ku herkesek bi awayek vekirî helwesta xwe zelal bike. Eger em serxwebûna Kurdistanê dixwazin , divê bi hemû awayî pişgiriya serokê Kurdistanê Mesud Barzanî di vê rêyê de bikin.Na eger em li dijê serxwebûna Kurdistanê ne, bê ku şerm bikin pişgiriya Goran bikin û li himber ragihandina dewleta Kurdistanî bisekinin.Xeta di navbera xiyanetê û welatparêziyê de gelekî zîz e.21.7.2016Dara Bilek

Back to top button