Civak

Pêşketina welatekî perwerdeyê ve girêdaye

Roja Sêşem 19/7/2016 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di rêûresma xelatkirina xwendekarên yekemên her du salên 9 a bineretî û 12 ya her du beşên zanistî û edebî ya xwandina pîşeyî û îslamî ji bo sala 2016 peyvek pêşkêş kir. Têkista peyav Serokwezîr:Roj baş.Hemû aliyek bi xêr bên! Dixwazim li destpêkê, pîrozbahiya wan xweştiviyan bikim û hêviya serketinê di jiyanê de ji wan re bixwazim, ku îro em li vir rawestane û bi hev re beşdarê vê mersimê bûne ji bo serketina wan xwşteviyan. Ji hemûyan pîroz be.Îro ku ew xweştivî axiftin, hinek bi zimanê kurdî û hinek jî bi zimanê înglîzî, gelek dilxweş bûm û bi kesên rûniştiyên devrûberê xwe got: Xwe amade bikin neviyên nû di rê de ne. Niviyên nû li Kurdistnaê di rê dane ku eger bala xwe bidine ser axaftina wan, hemûyan bi hûrî behsa welatê xwe û pêşeroja wê kirin, behsa pêşmergeyan kirin.Rast e îro pêşmergehên me bi dirêjahiya 1100 kîlometran bi xwîna xwe vî welatî diparêzin, ji bo vê yekê asayiş û tenahî misoger bibe, dezgehên emnî şev û roj kar dikin, bi asayiş û saziyên emniynçên din ve, hemûyan armancek heye, ev jî tenahî û asayiş û parastina emn û asayişa welatiyên Herêma Kuridistanê ye. Me rêzeka taybetî ji bo hemû egîdan heye û serê xwe li hember pêşmergehên egîd ditewînin ku bi can û xwîna xwe, şev û roj ji bo parastina vî welatî kar dikin. Hîviya zû başbûnê jî bo birîndaran dixwazîn.Îro li Herêma Kurdistanê neviyek perwerde dibin û dizanin ku êş û janên welat û gelê wî çiye. Vê yekê fêr dibin ku divê bi xwendin, pênûs, têgihiştin û fêrbûna zimanên biyanî, bo pêşeroja welatê xwe bixebit in. Têkoşîn û mandîbûna wan kêmtir niye ji pêşmergehên egîd ku îro bi xwîna xwe bi dirêjahiya 1100 kîlometran vî welatî diparêzin, ew wek yek in. Divê em şanaziyê bi wan bikin, ji bo vî karê ku dikin.Min gelek caran gotiy, dîsan dibêjim, eger em bixwazin Kurdistan pêş bikeve û bigeha asta welatên pêşketî yên cîhanê, kilîla wê, eve niya ku em sibê avahiyeka mezin ava bikin, yan holekê ava bikin, kilîla vê eva ye ku em çawan reforman di pirosêsa xwendina vî welatî de bikin. Kilîla pêşketin û serketina her welatekê ji perwerdehê destpê dike. Eger li warê perwerde û xwendinê, çi li wezreta perwerde, çi li wezareta xwendina bilind, me sîstemeka bi ser û ber hebe, piştrast bin ku welatê me pêşerojeka rohin û baş dibe.Ewên ku em dibînin, vê hêviyê didene me ku bi rastî pêşeroja vî welatî geş e. Her ji axaftina wan, ji tîgihiştina wan, min gelek hez kir bizanim, min ji wezîr pirsî ku wan bi xwe ev peyve nivîsandiye, yan we ji wan re nivîsandiyê, got wan bi xwe nivîsandiye, dilê min zêdetir xweş bû ku gencên me di vî temenî de wusan ji bo pêşketina welatê xwe hizrê dikin. Ji bo vê yekê çawan xizmeta welatê xwe bikin, heya me gencên bi vî awayî hebin, heya ew demê ku em bi vê awayî bihizrin, ev welate bi xweşî dimîne û pêş dikeve, ez piştrastim ku pêş dikeve.Her di vê hilkeftê de, rê bidin min, pir bi dil spasiya mamostayên xweştivî bikim ku hewil dane piroseya xwendina îsal bi serketî dawî bibe. Desrxweşiya mamostayan  dikim  ku zêdebarê kirîza darayî, nehêştin pirosêsa xwendinê bihê rawestandin. Spasiya dayik û bavên xwendaran dikim ku di pirosêsa xwendinê  de xema zarokên xwe de bûn, bi taybetî di wan du salên dawiyê de ku gelek zehemet bû.Kêfxweş im ku îsal Wezareta Perwerde û Wezîrê Perwede, ev rêûsme sazkirin. Kêfxweş im ku min şerefa beşdarêkirin  di vê merasimê de hebû.Destxweşiya wezîr û karmendên Wezareta Perwede li hemû cihekê dikim ji bo rêkxistna vê merasimê. Spasî û destxweşiya wan dikim ku di xema rêve birina pirosêsa xwendinê de bûn.Dixwazim dubara bîra mamostayan bînim ku li hikûmetê me sozek ji wan re dabû, derbarê mûçeyên wan, em li ser soza xwe ne. Piştrast bin me ji bîr nekirye, le dema ku rewşa darayî baş bibe, eva ku pêwîst bike em bi cih tînin.Careka din pir bi dil pîrozbahiya wan xweştiviyan dikim, hêvîdarim di qonaxên  din yên jiyana xwe de serketî bin, hêvîdarim li pêşerojê bikarin vê alayê helgirin û berev serketinê bibin, wek wî xwendekara Helebce behskir, bi serketî vî welatî bigehîne kenarê aramê û em jî wek hemû gelên cîhanê bikarin şanaziyê bi destketên xwe bikin. Gelê me, gencên me, eger derfet hebin dikarin gelek tiştên mezin bikin, nimûneya wan jî, ew xweştivî ne ku li vir sekinîne. Ez piştrastim, li pêşerojê eger gencên Kurdistanê derfet hebin dikarin karên gelek mezin di vî welatî de bikin. Hêvîdar im em hemû bi hev re bikarin dest li nav destê hev welatê xwe pêş bêxin.Prosêsa xwenindinê avadan be, xweşî û serketina hemû aliyekê.Gelek spas. 

Back to top button