Weha xuya ye ku rê li ber hewildana kudetayê ya komeka leşkerên tirkî ji bo vê gavê
hatiye girtin.
Jiber ku di siyaset û hişmendîya rêveberîya dewleta tirk de demokrasîyeka mukîm û
qebûlkirina yê nejixwe tune ye, tî kes nikare bibêje bi temamî xetera kudetayê nemaye.
Dam û dezgehên garantorîya demokrasîyê ava nebûne, yên heyî jî ne bi hêz in.
Çareserkirina pirsa Kurdistanê garantîya demokrasîya Tirkiyeyê ye jî. Qebûlnekirina
rastîya kurd û Kurdistanê, nebûna programeke qebûlbar, bandorê li hemû pirsgirêkên
siyasî, civakî, aborî dike, mîlîtarîzmê bihêz dixe.
Eger Partîya Dad û Geşedanê (AK Parti) bi rastî jî dixwaze rê li ber kudateyan bigre, divê
bi hêza piştgirîya xelkê ya li hember kudateyan peyda bûyî, gavên ku demokrasîya
rasteqîn bi cih bike bavêje û bi vî awayî jî bi temamî xetera kudetayan ji holê rake.
Gava pêşî jî eve ku, divê li ser bingehê wehhevîyê, aştîyane, bi riya dîyalogê rê li ber
çareserîya siyasî ya pirsa kurd û Kurdistanê bê vekirin, divê demokrasî li civatê berfireh
bibe, dezgehên demokratîk û siyaseta sîvîl bihêztir bibin.
Heger em bixwazin xerabî rê li ber xêrê veke, tam dema wê ye!
Pir eşkere ye ku netewa kurd ji herkesî zêdetir zerar û ziyan ji kudetayan dîtiye.
Rastîyek heye ku kudetayan hemî destkeftên me bela wela kirine û ev rastî jî helwesta
kurdan ya li dijî kudetayên eskerî watedar dike..
Ji ber vê yekê em partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê yên li jêr navê wan heye, gazî
hukûmeta AK Partîyê dikin ku vê piştgirîya civakî ya ku di rêlibergirtina kudetayê de bi
dest xistîye, ji bo bicîhkirina siyaseta xwe ya teng bi kar neyne. Dest ji siyaseta
tundûtujî û neçareserîyê berde. Li şûna vê yekê gavên çareserîya pirsa kurd û
Kurdistanê bavêje.
Em gazî hêzên demokratîk, siyasî û sivîl yên kurd û kurdistanî jî dikin; ji bona ku em
bikaribin vê prosesê, berjewendîyên gelê me jî tê de, ji bo berjewendîya hemû gelan bi
kar bînin, divê em li ser bingehê reftarên hevpar, hevkarî, hevgirtinên û tifaqên xwe ava
bikin.
HEREKETA AZADÎ, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK