KulturRojev

Pirtûkek hêja û giranbiha

Pirî Kurd li welatên dinyayê belav bûne, li wan welatan karê hêja dikin û pirtûkên giranbiha diweşînin, Neteweyê Kurd ageh ji wan namîne. Yek ji wan pirtûkan jî, ya rêzdar Şûeybê hevalê Yêlmaz Guney e.

Navê wî weha li ser pirtûkê hatiye nivîsandin: Suayip ADLIG.Şûeyb Timoqî, demek berê vê pirtûka xwe bo min wek diyarî hinartibû. Ji bo vê diyariya hêja û giranbiha spasiyên xwe pêşkêşê cenabê wî dikim û jê re serkeftin dixwazim. Navê pirtûkên LES KURDES PATRIMOINE DE L´HUMANITE ye. Navê wê bi kurdî ev e: Kurd Dewlemendiya Mirovahiyê Ne. Ew pirtûka 120 rûpelî, bi sê zimanan hatiye nivîsandin. Mezinatiya wê jî: 24 x 28 e û bi kaxezekî pir ciwan hayiye çapkirin.

Di her rûpelekê de sê stûn hene û her stûnek bi zimanekî ye.Stûna li aliyê rastê, bi Zimanê Frensî ye.Stûna navîn, bi Zimanê Kurdî devoka kurmancî ye.Stûna li aliyê çepê jî, bi Zimanê Ingilîzî ye.Di pirtûkê de, 13 sernav hene.Pirtûka ku li Parîsê ji aliyê Enstîtuya Kurdî ve çap bûye, gorbihişt Yilmaz Guney jî, edîtoriya wê kiriye. Pirtûk hêjayê xwendinê ye.

Zeynelabidin Zinar

Back to top button