KulturRojev

Pirtûka YAR Û MIRAD–I

eynel

Bêguman diyariyên herî giranbiha û nirxdar, pirtk in.

Îro dostê hêja Welî Sebrî romana xwe ya bi navê YAR Û MIRAD–I, wek diyarî ji min re hinartiye. Birader Xurşîd jî bi dest anî malê û da min. Ji ber ku rojî ye, çay an qehwe jî venexwar.

Berî ku pirtûk çap bibe, haya min ji naveroka wê hebû.

Ev gotina gorbihişt a Xalid Begê Cibrî ku gotiye: ”Mirineke bi şeref ji jiyaneke bêşeref çêtir e” pir bala meriv dikişîne.

Hêja ye ku her kes pirtûkê bixwîne û ageh ji naveroka wê hebe, xasma jî nivşên nûhatî.

Ev pirtûka ku li Amedê, ji aliyê Weşanxaneya Roşnayê ve ([email protected]) hatiye weşandin, 240 rûpel e, bi mezinatiya 13.5 x 19.5 e û ji aliyê teknîkî ve jî spehî çêbûye.

Xuya ye ku wê nivîskarê me rêzdar Welî Sebrî, li nivîsandina romanan bi vî navî bidomîne. Ez wî pîroz dikin û jê re serkeftin dixwazin

Bi hêviya gelek berhemên dî, her şad û bextewer bit.

16/ 04/ 2022

Zeynelabıdin Zinar

Back to top button