PolîtîkRojev

Li Şingalê terorkirina sivîlan zêde bûye

Berpirsekî PDKê li devera Şingal dibêje, li devera Şingalê heta niha çendîn kes bi çekên bêdeng hatine kuştin, ev jî wan nîgeran dike.

Berpirsê PDKê li gundê Guhbel yê Şingalê, Refo Xelef ji BasNewsê re got, kesekî xelkê gundê Guhbe li ber mala xwe bi çeka bêdeng hatiye kuştin. Ev cara yekem nîne xelk bi vî rengî tên kuştin. Heta niha çendîn kes wiha hatine kuştin.

Refo Xelef her wiha got, kuştinên wiha bûne sebeb ku xelk bitirsin û nekarin vegerin ser mal û warê xwe li Şingalê.

Wî berpirsê PDKê agahiyên zêde li ser kuştina wî kesî da û got, mirovên wî dibêjin çend roj berê telefona wî kirin û ew jî çû ber deriyê mala xwe. Lê çend çekdaran bi çekên bêdeng ew kuştin û reviyane.

Refo Xelef anî ziman ku hikûmeta Iraqê jî li hember wan tawanan bêdeng e û got, hikûmeta Iraqê li hember vê rewşê berpirsiyar e û divê xelkê biparêze.

Berpirsê PDKê li Guhbel behsa hebûna PKK û Heşda Şeibî jî kir û got, hikûmeta Iraqê nikare tiştekî bêje wan û ew jî bi kêfa xwe ne çi dixwazin, dikin.

Bi gotina wî berpirsî, tevahiya wan kesên ku tên kuştin, sivîl in û çekên ku tên bikaranîn jî tenê di destê çekdarên PKK û Heşda Şeibî de hene, çimkî xelkê normal nikare wan çekan bidest bixe.

Back to top button