Pirsgirêka Mûsilê pirsgirêkek siyasîye, ne îdarîye
Kawe Mehmûd berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re got ku pisgirêka wîlayeta Mûsilê pirsgirêkeka siyasî ye, ew ne arîşeyeke îdarî ye.
Berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de tekîdê li ser çend xalên giring dike û heêwestê hikûmetê li ser wan xalan zelal dike:
– Pirsgirêka Mûsilê pirsgirêkek siyasîye, ne îdarîye.
– Li dor meselaya çareserkirina arêşeya Mûsilê û deverên din yên kêşadar, hikûmeta herêma Kurdistanê li gor destûra Îraqê a dayîm hereketê dike.
– Meseleya Mûsilê jî girêdayî çaresernekirina arîşeyên hilawîstiyên navbera Hewlêrê û Bexdayê ye.
– Paritên kurdî û hêza pêşmerge li gor destûra Îraqê li Mûsl in, û beriya waliyê Mûsilê yê nû Esîl Nûçêfî bibe walî, hêzên pêşmerge li wîlayeta Mûslê hebûn.
– Daxuyaniyên waliyê Mûsilê piropagendya hilbijartinan e û li dijî sîstema tewafiq ê pêkanîna atmosferkî aram in.
Waliyê Mûsilê di daxuyaniyeke xwe de got bû ku hebûna hêzên pêşmerge û baregayên partiyên siyasiyên kurdeî li wîlayeta Mûsilê neqanûnî ye û divê nemînin.