Polîtîk

Êdî Kurdistanê yek tora karebê heye

Duhî li avahiyê wezaretê, Yasîn şêx Abubekir wezîrê karebê yê hikûmeta herêma Kurdistanê, di preskonferensekê de giyar kir ku herêma Kurdistanê hemû bi yek tora karebê ve hatiye girêdan û got:” Heta sala 2012ê dê arîşeya kareba herêma Kurdistanê bi yek carî çareser bibe û dê hevwelatiyan bi şev û roj kareba giştî hebe.”

Wezîrê karebê got ku wan herêma Kurdistanê bi yek tora karebê ve girêdaye û heta çen heftiyên din dê yekîneya çarê ya wêstgehê Çemçemanlê jî dest bikar bike û bi vî awayî dê hisa hevwelatiyan a kerbê zêdetir bibe.

Li dor pilana paşerijê jî wezîrê karebê got ku niha herêma Kurdistanê 950 MW karebê berhem tîne, lê heta sala 2012ê dê herêma Kurdistanê sê hezar MW bikar bîne û arîşeya karebê çareser dibe.

Back to top button