Polîtîk

Dr. Adem Avcikiran: bere çek bêdeng bibin!

Dr. Adem Avcikiran: bere çek bêdeng bibin!

 

Di bernameya Bergeh a ASOsat bi birêvebiriya rojnamevan Cemal Batun û panela Bergeh – nivîskar Keya Îzol û siyasetmedar Dara Bilek de, ji Diyarbekrê herweha Serokê berê yê Odeya Bijişkan û endamê birêvebiriya Rêxistina gûherandina Destûra Tirkiye Dr. Adem Avcikiran beşdarî kir û bang li hêza çekdar a Kurd û Artêşa Tirkiye kir: “dengê çekan rawestînin!”

 

Dr. Adem Avcikiran qala  armanca Kampanya ya sazûmanên siwîl ên Diyarbekrê ku 8ê meha sibatê destpêdike kir û da diyarkirin ku hêvîdar in dengê wan bigihe raya giştî ya cîhanî, Tirkiye û Kurd ku gelê Kurd daxwaza jiyanek birûmet dike. Dixwaze ne di bin dengên çekan de, lê bi rêya diyalogê pirsgîrêk bikevin rêya çareseriyê. Avcikiran rexne li siyaseta hukimeta AK Partî jî kir ku bi cesaret pêngavan navêje. Herweha anî zimên ku herçend destpêkirina pêvajoya Vebûna Kurd gelek erênî hate dîtin û hêviyên mezin dan jî, gava aliyên statukoparêz bi ser AK Partî ve çûn wan gav bipaşve avêtin.

 

Li gor nirxandin û daxûyaniyên dr. Avcikiran ji xwe li herêmên Kurd ji dervî BDP û AK Partî tu partiyên din neman e. Dengên AK partî ji wê yekê tên ku hîn jî xelk bawer dike ku ew dikarin di pirsa Kurd de hin gavan bavêjin, ger ev hêvî nemîne AK Partî jî nikare di herêmê de dengan bigre û bimîne. Wekî partiyên berî xwe yên sistemê dê wenda bibe. Avcikiran rewşa girtina siyasetmedarên BDP û destên wan kelepçe kirin jî rexne kir, di vê babetê de jî hesta pasîv a AK Partî tewanbar kir.

 

Di dawiya hevpeyvïna xwe di Bergeh de Dr. Adem Avcikiran got ku:  ne CHP ne MHP nikarin di herêmê de xwedî tu bandorek bin, ew li herêmê qediyan e.

Rojnamevan Cemal Batun, nivîskar Keya Îzol û siyasetmedar Dara Bilek herweha li ser gelek pirsên din a rojeva Tirkiye û bakurê Kurdistanê rawestiyan û nirxandin. Di Bergeh de hate ziman ku di 12ê meha sibatê de esker dê ji Birca Belek derkevin û dibe ku teslîmî Wezareta Turizmê ya Tirkiye yan jî teslîmî xwediyên wê yên rasteqîn malbata Bedirxaniyan bibe. Rojnamevan Batun diyarkir ku di yek ji bernameyên pêş ê Bergeh de li ser babetê dê hevpeyvîn li gel Sînem Bedirxan lidar bikeve.

 

Back to top button