Civak

Daxûyanî ya yekemîn komcivîna baweriyên Mezopotamya

Mêrdîn: Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Yekemîn Komcivîna Baweriyên Mezopotamya lidarxist û doh danezana Komcivînê hat eşkerekirin. Di danezanê de hat xwestin ku navê Zanîngeha Artuklu wek Zanîngeha Mezopotamya bê guherandin, îbadetxaneyên Elewiyan ku wek ‘Malên Cemê’ tên naskirin bikevin jêr ewlekariya dewletê, polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hemberî Elewiyan bi dawî bibin û saziyên wek Serokatiya Karûbarên Diyanetê û qada baweriyan ji kontrola dewletê derkevin.

Yekemîn Komcivîna Baweriyên Mezopotamya ku ji aliyê Komîsyona Baweriyan a KCDê ve hat lidarxistin bi dawî bû. Komcivîn li Mêrdînê ku wek ‘wargeha ol û şaristaniyan’ tê zanîn hat lidarxistin. Danezana Komcivîna ku dû rojan berdewam kir, Hevseroka KCDê Yuksel Genç ragehand. Di danezanê de hat diyarkirin ku baweriyên bi desthilatdariyê re nabin yek û piştgiriyê nedin desthilatdariyan, garantiya azadî û aştiyê ne. Hat ragehandin ku di Komcivînê de ol û baweriyên cuda yên wek Elewî, Sûnî, Êzdî, Asûrî – Suryanî, Ermenî, Rûm, Ereb û Mihelmî bi hev re civiyane û ol û bawerî tenê ji aliyê kesên ku ji wan bawer dikin ve tên ravekirin û ravekirina van baweriyan a ji aliyê dewletê ve jî nayê qebûlkirin.

‘Pêdivî bi peymaneke nû heye’

Di danezanê de hate diyarkirin ku di Mezopotamya û Anatolya de gelek ol û baweriyên cuda derketine holê û ev tespît lê hatin zêdekirin: “Ev bajarê ku komcivîn lê hatiye kirin, mînakeke baş e. Ev bawerî ji aliyê dewlet û hinek kesên ku xwedî baweriyên cuda ne rastî gelek êrîşên mezin hatine û ev jî êşeke mezin dide mirov. Ji bo ku ev êş neyên dubarekirin, pêdivî bi peymaneke nû heye. Ev pergala Tirkiyê ya heyî jî li pêşiya vêna astengiyeke mezin e.”

Herwiha hat diyarkirin ku bi sedan sal e ol û bawerî ji aliyê dewlet û hinek kesên din ve wek amûreke siyasetê hatine bikaranîn û ev jî bûye sedema şer û pevçûnên mezin. Ji ber vê jî divê kesên di vî warî de pispor bi ol û baweriyan re mijûl bibin.

Ji komên bawermendan hat xwestin ku li dijî asîmîslasyonê derkevin

Di danezanê de hate diyarkirin ku baweriyên cuda yên civakê bi destê polîtîkayên navendî û desthilatdariyê li hev tên sorkirin û tirsa li hemberî hev tê zêdekirin. Di danezanê de hate xwestin ku hemû komên olan careke din rûbirûyê dîroka û paşeroja xwe bibin.

Di berdewamiya danezanê de hat destnîşankirin ku bi darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê hat xwestin ku bi helwesta “Senteza tirk-îslam” jiyana olî kontrol bikin û bi riya Serokê Karê Diyanetê bi rê ve bibin. Di danezanê de hat xwestin ku hemû komên olan li dijî feraset û polîtîkayên yektîp û yeknavend ên olî, çandî derkevin û li dijî asîmilasyona oli têbikoşin.

Di danezanê de Komcivîna ku dê herdem pêk bê wek pêdiviyekê hat dîtin û wiha berdewam kir: “Ji niha û şûn de êdî ev komcivîn dê wek “Hewldana Platforma Baweriyan a Mezopotamya” xebatê bimeşîne. Gelek komên baweriyan divê li hev bicivin û ji bo parastin û pêşxistina olan bi hev re têbikoşin. Divê navendên baweriyan ku rûbirûyê hilweşînê ne bên parastin û restorekirin. Ji bo bîr û bawerî hev nas bikin divê xebatên perwerde û çandê yên hevbeş bên kirin. Divê rojên baweriyan ên pîroz bi hev re bên pîrozkirin. Herwiha ji bo hinek têgehên ku di bîr û baweriyên cuda de hevdu biçûk dikin bên sererastkirin.”

‘Divê qada baweriyan ji kontrola dewletê bê derxistin’

Di berdewama danezanê de hat xwestin ku Navê Zanîngeha Artûklu ya Mêrdînê bi navê Zanîngeha Mezopotamya bê guhertin. Herwiha di danezanê de yekîtiya dengê azan û çengê ji bo pêşerojeke xurt û baweriyê hat pejirandin. Daxwazên din ên di danezanê de cih girtin wiha ne: “Divê hebûna Malên Cem ji aliyê zagonan ve bên parastin. Divê dawî li polîtîkayên înkara Elewiyan bê. Bi polîtîkayên li hemberî Elewîtî, Şafîtî û leçika serê jinan maf tên binpê kirin. Herwiha ji ber van niqaşan kesên xwedî bîr û baweriyên cuda rastî êrîşên mezin tên. Divê Serokatiya Karê Diyanetê bê feskirin. Divê qada baweriyan ji destê dewletê bê derxistin.”

Li aliyê din Komcivîna Baweriyên Mezopotamya biryar da ku bi alîkariya Şaredariya Nisêbînê, di meha adarê de li Nisêbînê konferansa bi navê “Di dîroka Mezopotamya de cihê Nisêbînê” pêk bîne.

 

(Rudaw)

Back to top button