Nivîsar

Pirsgirêka kurd û PKKê ji hev cûda ne

Nivîskar Ahmet Altan hevpeyvîna Selahattîn Demîrtaş nirxand.

KÎ?

Serokê BDPê Selahattîn Demîrtaş di hevpeyvîna bi Neşe Duzel re kirî de, li gor min daxuyaniyên grîng daye.

Serokê BDPê bi awayek zelal pirsa kurd û pirsa PKKê ji hev cûda kiriye.

Êdî du pirsgirekên Tirkiyê hene. Yekî pirsa kurdiye, ya din jî pirsa PKKê ye. Bi çareserkirina pirsekî, ya din jî nayê çareserkirin.

Lazime du çareseriyên we hebin.

Demîrtaş dibêje ‘hûn dikarin bi me re pirsa kurdî biaxivin’ lê ji bo çek danînê ‘ bi Ocalan û PKKê re biaxivin’ demîrtaş tespîtekî din jî dike ‘Serokwezîr bi çareserkirina PKKê ve mijûle, ne bi pirsa kurdî ve…’

Li gor min jî ev yek raste. Yanî wisa xwiya dike ku hikumet  bitene bi çareserkirina pirsa PKKê ve mijûle. Ji xwe stratejiya nû jî ne derbarê pirsa kurdî de ye, ji bo çareserkirina pirsa PKKê ye. PKK çekan deyne jî pirsa kurdî nayê çareserkirin.

Pirsgirêk weke girêkî li meydanê ye …

Ev cara ewile ku Demîrtaş pirsgirekê, di warê siyasî û civakî dideyne holê  û daxwazên siyasî û civakî dike.

Ev daxwaz ji aliyê patlamenterê AKPê yê berê Abdurrahman Kurt ve jî hatibûn kirin. Wisa xwiya dike ku ji şaxên cüda ên kurdan, heman daxwaz tên.

Ji şaxên cûda hatina heman daxwazan, weke rastiyeke dideyne holê ku hikumet bi vî awayî nikare pirsê çareser bike.

Êdî ev daxwaz ne ya PKK, BDP, KADEP an jî kurdên liberale. Ev xwestinên hevpar yên hemûyê kurdan e.

Ev daxwaz kifş û zelalin.

‘li Tirkiye, çiyê tirkan hebin, divê ew qas yê kurdan jî hebin’

Li gor Demîrtaş ev pirsgirek ji yên din zehmettirin.

Kurd wekheviyê dixwazin. Mafdarin jî. Ger em bi hevre bijîn, lazime em wekhev bin. Êdî alê tirk bi dayîna hin mafan nikare kurdan qanî bike.  Çekdanîn jî vê rewşê naguherîne.

Li gor îdiaya Demîrtaş, AKPe naxwaze vê pirse çareser bike.

Demîrtaş daxuyand ku beriya hilbijartinê rayedarek hatiye cem wana û gotiğe ku ‘êdî heyama krîtîk boriye û tu girîngiya protokolan ne maye’

Demîrtaş dibêje heke AKP vê derew bike, emê wî navî bejin.

Gelo ew kiye?  Heke AKP bêdeng bimîne, îdiaya Demîrtaş qebûl dike, şerxwaze. Heke derew be jî bila derkeve û bêjê. Ew kî bû?

Ahmet Altan/ Taraf (Xeberênkurdî)

Back to top button