Emê bigihin wan xewn û armanc û tevahiya mafên xwe
Li Washington Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li gel beşekî berfirehê revenda Kurdistanî ya nîştecihê Emerîkayê re civiya.
Li civînê de Serok Barzanî pêvajoya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û heman demî de naveroka serdana xwe ya Emerîkayê ronahî kir.
Di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê got: Pêvajoya navxoya Herêmê roj bi roj pêşketîtir dibê û li rûyê aboriyê ve geştir dibe. Parlemen û Hikûmet û hêzên siyasiyan bi baştirîn awayî karên xwe dikin. Desthilata fermanrewa û hêza rikeber hene ku her du alî jî cihê şanaziya me hemûyane. Dema ku her meseleyek jî gihîşte ser çarenûsa Kurdistan û asayîşa me ya neteweyî em hemû li yek sengerê dane. Eve jî ji bo hemû gelê me mezintirîn şanaziye.
Sebaret bi pêvajoya Iraqê jî Serok Barzanî got: Mixabin Iraq li qeyranekî cîddî daye û sîstema birêvebirinê jî, berev takrewî(dîktatoriyê) ve diçe û bingehên demokratiyet û hevbendiya rasteqîne jî li metirsiyê daye û destura bingehîna welat jî rojane dihête binpêkirin.
Ji bo pirs û kêşeyên di navbera Herêmû Bexda jî Serok Barzanî got: Li gel desthilat li Bexda kêşeya me ya demokratî û hevbendiya li desthilat û birêvebirina welat heye ku li rastiyê da kêşeya hemû Iraqiyane.
Di derbarê Herêma Kurdistanê de jî Serok Barzanî got: Kêşeyên maddeya 140 û Pêşmerge û Budçeya Herêm û Yasaya Neft û Xaz, kêşeyên me yên neteweyîne û heta niha jî nehatine çareser kirin û bi tu awayekî jî paşvekêşî li ser nayê kirin.
Ji bo çawayiya çaresekirina wan kêşeyan jî Serok Barzanî got: Destûra Iraqê çareseriyê ji bo wan hemû kêşeyan destnîşankiriye û eger destûr bête bi cîhkirin ji xwe tu kêşeyek namîne. Na eger destûr bête binpêkirin, wê demê qeyranên siyasî li Iraqê kurtir dibe û yekgirtiya Iraqê tu wateyekî xwe namîne.
Sebaret bi hengavên çareseriya qeyrana li Iraqê Serokê Herêma Kurdistanê got: Dema ku em vegeriyan emê daxwaza civîneke berfireha hemû serkirdeyên Iraqiyan bikîn û hewla çareseriya bingehîna kêşeyan didîn. Hêvîdarîn li wan hewlan de serketî bîn. Ji ber ku eger vê carê ji wê çareserkirina kêşe û qeyranê da Bexda hevkar nebê. Wê demê emê vegerin ser raya gelê xwe û hew zêde em nikarin li benda wan bimînin.
Li ser zelalkirina nêrînan de jî Serok Barzanî got: Iraqa nû li ser şan û bi xwîna gelê me hatiye avakirin. Armanca me jî Iraqekî demokratî federalî û berfirehî bûye. Li aliyê me eqliyeta dîktatorî nayê qebul kirin. Her dema ku destûr hate binpêkirin û desthilata birêvebirina demokratî û hevbendiya nîştimaniya rasteqîne hate binpêkirin, wê demê gelê Kurdistanê jî biryareke xwe dibe.
Li berdewamiya axaftina xwe ya li gel revenda Kurdistanî de Serokê Herêma Kurdistanê behsa serdana xwe ya Emerîka kir û got: Serdana me li ser vexwendineke fermî ya Hikûmeta Emerîka bû ku têda me hevdîtinê li gel Serok Obama û Joe Biden Cîgirê Serok û Wezîrê Derve û Bergiriyê Emerîka û çendîn bepirsên dinê îdariyê Emerîkayê kir. Bi eşkere me helwesta xwe ya niha û paşaroja Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo wan ragihand.
Di derbarê wan hevdîtin û naveroka guftûgoyan jî Serok Barzanî got: Kêşeyên demokratî û hevbendiya birêvebirin û sîstema hukimraniya Iraq û kêşeyên Herêma Kurdistanê ku maddeya 140 û Pêşmergeyên Kurdistan û budçeya Herêm û yasaya neft xaz ku diyartirînê wanin me bi îdareya Emerîkayê re ragihand.
Li şîrovekirina wan dosyeyan de jî got: Me ji bo Serok û îdareya Emerîkayê ronahî kir ku em Iraqekî demokratî û federalî û firehî û desthilatekî birêvebirina nîştîmanî dixwazîn ku hevbendiya rasteqîne li hukim û beşdariya hemûyan li dirustkirina biryarên bingehîn bê û destûra bingehîna welat jî kar pê bête kirin neku Iraqekî navendî û sîstemekî takrewî ku bi hemû awayekî gelê Kurdistanê sîstemekî bi wî awayî li Iraqê da red dike.
Ji bo helwesta Serok û îdareya Emerîka jî got: Serok û Cîgirê Serok û tevahiya îdareya Emerîka, tekez li ser nêrînên me kirin û palpiştiya xwe ji bo Herêma Kurdistan û Iraqekî demokratî û federalî û firehiya yekgirtî dûpatkir ku li ser bingeha rêzgirtina li destûr û hevbendiya nîştîmanî û beşdariya hemû pêkhatan li hukim de bête birêvebirin.
Sebaret bi rewşa Herêmê jî Serok Barzanî got: Pêwendiya me li gel cîran û hevsûyan pêwendiyekî erêniye. Em li ser bingeha rêzgirtin û parastina berjewendiyên hevdû muameleyê dikîn û destê birayetiyê ji bo hemûyan dirêj dikîn. Lê belê sepandina biryar û nêrînan ji aliyê her kesek ve bê, qebul nakîn û red dikîn.
Ji bo doza neteweyiya Kurd jî Serok Barzanî got: Kurd yek neteweye êdî li her cihek bê, ji bo çareserkirina kêşeya neteweya me jî, em ne li gel bikaranîna hêzîn êdî her aliyek peyrew jî bike, belku ji bo her kar û hengavek ku li ser bingeha aştî û hevdû têgihiştinê hatibe damezrandin, palpiştî û piştevaniya me bê sînore.
Sebaret bi pêvajoya Suriye jî Serok Barzanî got: Kî li gel maf û daxwaza gelê me da bê, em palpiştiyê lê dikîn, lê belê êrîşa li ser Kurdan jî ne cihê qebûl kirinê ye, belku bergirî kirina li Kurd bi erk û ewlewiyeta xwe dizanîn.
Ji bo paşaroja Kurd û doza siyasiya wê jî Serokê Herêma Kurdistanê got: Xwedê me wekî Kurd dirust kiriye, maf û armancên me yên neteweyî jî siruştîne, hemû hewlên me jî ji bo pêkanîna wan mafane, rojek her dihêt ku emê bigihin wan xewn û armanc û tevahiya mafên xwe. Heta wê rojê tenê daxwaza min ji Kurd, yek rêzî û yek helwestî û yek sengeriye.
Axaftina Serok Barzanî ji aliyê revenda Kurdistanî ya nîştecihê Emerîkayê ve bi çepikên germ ve hate pêşwazî kirin. Paşê li guftûgoyekî vekirî de, amadevanên civînê, bi azadane pirsiyar û têbîniyên xwe ji bo Serok Barzanî xistin rû. Serokê Herêma Kurdistanê jî bersîva hemû pirsiyar û têbîniyên amadevanan da û çendîn dosye û babetên niha û paşarojê rûntirkir.
Li dawiya civînê de Qubad Talebanî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê bi navê Kurdistaniyan ve spasî Serok Barzanî kir û xweşhaliya hemûyan bi serdana Serok Barzanî ya li Emerîkayê ragihand.