Hewlêr dîsa serket

Li gora nûçeya AKnews,  di çarçoveya yariyên kûpa klûbên Asyayê de, tîma Hewlêrê di yariya xwe ya vegerê li hember tîma Est Bengala Hindistanê bi encama 2-0 bi ser ket.
Yariya vegerê ya Hewlêr û Est Bengala Hindistanê,  saet 18:00 li yarîgeha Frenso Herîrî ya bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê hat lîstin.

Yekemîn gola Hewlêrê, di deqeya 45emîn de ji aliyê Ebdurezaq Husên ve hat lêdan. Di niviya duyem a yariyê de, Hewlêrê di destpêka yariyê de, gola duyem lêda ku dîsa ji aliyê Ebdurezaq Husên ve hat avêtin.

Di dawiyê de, Hewlêrê bi encama 2-0 li mêvana xwe bir û bi vî awayî, di her du yariyan de serkeftin bi dest xist.

Niha tîma Hewlêrê bi 8 xalan di koma duyem a kûpayê de cihê xwe digire.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: