Polîtîk

Tirkiyê nehişt heyeta Başûr biçe Diyarbekir

 

Pêşangeha çandinî û ajeldariyê ya Rojhilata Navîn îro li Diyarbekirê dest pê kir. Ji 16 welatan 171 kompanî û fîrma beşdarî pêşangehê bûn. Lê Tirkiyeyê nehişt ji Herêma Federal a Kurdistanê 60 kes beşdarî pêşangehê bibin. 

 

Wezîrê çandinî û ajeldariyê Mehdî Eker, parlamenterê AKê Galîp Ensarîoglu, cîgira şaredariya Diyarbekirê Hafîze Îpek û waliyê Diyarbekirê Mustafa Toprak  di vekirina pêşangehê de amade bûn. Ji 16 welatan 171 kompaniyên di ware çandinî û ajeldariyê de kar dikin, beşdarî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de amûr û alavên cotkarî, çandinî û ajeldariyê hatin pêşan din. 

Li gor AKnews, Tirkiyeyê li deriyê sînor ê Xabûrê ji şandeya Herêma Federal a Kurdistanê re astengî derxist û vîze neda 60 kesî û nehişt ev kes biçin beşdarî vê pêşangehê bibin. Di nava kesên ku hatin astengkirin de endezyar, kesên bi zîraet, cotyariyê re eleqedar dibin jî hene. 

Parlamenterê AKê Galîp Ensarîgolu, li hemberî vê astengkirinê nerazîbûn nîşan da û ji AKnewsê re got:

Ji gelek welatan amadebûn. Ev herêm bi pîşesazî, çandinî û zexîreyê debara xwe dike, aboriya xwe bi pêş dixe. Divê di navbera Kurdistana Iraqê û Diyarbekirê de têkiliyên biratî û aboriyê xurtir bibin. Divê deriyê Xabûrê deriyê biratiyê be. Em van astengkirinan rast nabînin. Em ê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê sibê bi rayedaran re biaxivin. Kurdistana Iraqê ji bo me bazareke muhîm e.

 

Hêjayî gotinê ye ku ji Herêma Federal a Kurdistanê ji 100 kesî zêdetir  beşdarî pêşangehê bûn. Pêşangeh dê heta 15ê vê mehê vekirî bimîne.

 

Back to top button