Ji bo geşkirina abûriyê serokwezîr pêngava yekem avêt
Li bajarê Hewlêrê, îro, meclisa abûrî a herêma Kurdistanê di bin serokatiya serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.
Di civînê de rewşa abûrî ya herêma Kurdistanê hat nirxandin û beşdarên civînê bi taybetî rewşa akincîkirinê, kalîtekontirol (Quality control), rewşa tendirustiyê û kontrolkirina bihayê bazar minaqeşek kir.
Civîna îro ya meclisa abûriya herêma Kurdistanê ku, dibin serokatiya Nêçîrvan Barzanî bi rêve çû, ji bo baştirkirina rewşa abûriya herêma Kurdistanê, ev biryarên giring dan:
Yekem: Siyasete akincîkirinê li herêma Kurdistanê careke din di berçavan re bê derbas kirin û bê nirxandin û bi awayekî bê amadekirin ku, di berjewendiya çîna hejar, kêmderamet û kirêçiyan de be.
Duyem: Aliyên peywendîdar hatin wezêfedarkirin ku, mekanîzmeke miasib ji bo Quality control û ji bo kontrolkirina hemû wan alav û mitayê tê nav herêma Kurdistanê danan, bi taybeyî qût û derman.
Sêyem: Wezîrê tendurietiyê hat wezîfedar kirin ku, ji bona baştirkirina xizmetên saxlemiyê pêngavên pêwîst pavêje û di vî warî de şêwermendî bi şêwermendên biyanî yên warê tenduristiyê bê kirin.
Carem: Serokwezîrê Kurdistanê meclisa abûrîyê wezîfedar kir ku, ji bona kontrolkirina bihayê bazarî li Kurdistanê lêkolîneke zanistî amade bikin ku, bi awayekê rast û adil be.