Budapeşt: Serokê Kurdistanê û serokê Macaristanê civiyan

Di çarçoveya serdana fermiya xwe ya bo Macaristanê, roja 10.04.2012ê, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li qesra serokayetiya komar li Budapeşteyê ji aliyê Laslo Kobert serokomarê Macarîstanê ve hate pêşwazî kirin.
Paşî di bin serokatiya her du serokan û bi beşdarbûna hejmarek ji berpirsên siyasî û îdarî yên her du aliyan civînek hate li darxistin.
Serokomarê Macarîstanê kêfxweşiya xwe bi hevdîtina bi serok Barzanî re ku, yekemîn hevdîtine digel serkirdeyekî Kurdistanê encam dide, nîşan da û wî ez dîdar bi dîrokî wesif kir û hêvî jî xwest serdan û guftûgoyên wan berhemdar bin.
Di dirêjahiya civînê de behsa pêwendiya di navbera Hewlêr û Budapeştê û çawayiya pêşxistin û rêkxistina wan pêwendiyan hate kirin. Serokomar amadehiya welatê xwe ji bo xurtkirina pêwendiyên di warê siyasî, aborî û kulturî digel herêma Kurdistanê de da nîşan da.
Serok Barzanî, ji bilî behskirina rewşa aramî, siyasî û rewşa geşbûna aboriya herêma Kurdistanê, amadehiya xwe û herêma Kurdistanê ji bo girêdana pêwendiyekî berhemdar li navbera her du alîyan da derbirî.
Serokomarê Macarîstanê got ku, ji bona pêwendiyên di warê dîplomasî, danustandina aborî. Bazirganî. kulturî û lihevguhertina şarazayîyê hemî deriyên welatî wî vekirîne, û piştgîriya xwe û welatê xwe jî ji bo doza siyasiya gelê Kurdistanê û paşarojeke hêja bi xebat û qurbanîdana wî gelî nîşanda.