Çapemeniya Tirk di “Pêşvekirina Kurdan” de biserneket
Di Medya Tirk de, Rapora Meha Adarê ya Kurdan
Platforma Mezrabotan li ser ziman û naveroka rojnameyên Tirk raporek amade kir. Li gorî vê raporê di Medyaya Tirk de herî zêde nûçeyên neyînî yên ku şîdetê dihundirîne cih girtine.
Platforma Mezrabotan li ser rojnameyên Hürriyet, Sabah, Zaman, Taraf, Radikal, Cumhuriyet, Bugün, Habertürk û Milliyetê ku weke medyaya navendî tên zanîn bi tevahî li ser 9 rojnameyan di meha adarê de lêkolînek kir. Di vê lêkolînê de nûçeyên li ser Kurdan hatine tespitkirin.
Di encama lêkolînê de di neh rojnameyan de li ser Kurdan bi tevahî 841 nûçe cih girtine û ji vana 318 heb erênî 522 heb jî nûçeyên neyinî ne. Rojnameyan piranî cih dane nûçeyên li ser şîdet, operasyon, êrîş û terorê. Nûçeyên li ser çand- huner, aborî û civakî yên erênî pir kêm cih girtine. Seranserê meha adarê di 9 rojnameyan de bi tevahî 22 heb çand, 16 civakî û 2 heb nûçeyên aboriyê cih girtine.
Ji van encaman tê xuyakirin ku medyaya navendî hêj weke “mijareke ewlehiyê” li pirsgirêka Kurdan dinêre. Pir hindik cih daye nûçeyên li ser edebiyat, muzîk, şano, sînema , çalakiyên çandî û nûçeyên civakî yên erênî.
Nûçeyên li ser Kurdan herî zêde di rojnameya Tarafê de, herî kêm jî di rojnameya Habertürkê de cih girtine.(ji aliyê ziman) Li ser zimanê nûçeyan jî tê xuyakirin ku rojnameyên Taraf û Radikal li gor rojnameyên din zimanekî erênî û bêalî bikaranîne.
Bi taybetî li ser salvegera komkujiya Helepçeyê, êrîşa li ser Ahmet Türk, pîrozbahiyên Newrozê, stratejiya Kurd ya nû ya dewletê ku ji bo Kurdan pir girîng in hatiye sekinandin. Nûçeya li ser Helepçeyê di rojnameya Zamanê de bi sernavê “Li ser Helepçeyê êrîşa gaza bi jehr” cih girtiye. Di rojnameyên din de bi tu şiklî cih negirtiye. Di rojnameyên Radikal û Tarafê de jî nûçeya merasîmên bibîranînê yên li ser Helepçeyê tenê bi hevokekê cih girtiye.
Taraf û Radikal di bûyerên ku di pîrozbahiyên Newrozê de derketin de weke sedem qedexekirina pîrozbahiyan ya dewletê û helwesta BDPê nîşan daye. Rojnameyên din jî weke sedema van bûyeran BDP nîşan daye û zimanekî tawanbarker bikaranîne.
Êrîşa li ser Ahmet Türk di gelek rojnameyan de weke “îdîa” cih girt lê belê stratejiya Kurd ya nû ya dewletê di hemû rojnameyan de weke geşedaniyeke erênî cihekî berfireh girtiye.