Polîtîk

Kurd bi serdana Barzanî serbilindin

Hevkariya hêzên siyasî li Swed nameyek pîrozbahiyê bi minasebeta serdana serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ya Amerîkayê ragihandin. Ev deqê namaya wan e.

 

Ji bo
Rêzdar Mesûd Barzanî

Serokê Kurdistanê
Hewlêr/Kurdistan

Rêzdar,
Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike, bi serdana cenabê We bo Amerîkayê pir kêfxweş û serbilind bûn.

Serdanana We û hevdîtina digel serok û cîgirê Serokê Amerîkayê ji bo miletê kurd serkeftineke netewî ye.
Bila ev serkeftin li neteweyê kurd û li hemû kurdistaniya pîroz be!

10.04.2012
Digel rêz û silav
Komîteya Serpereştî ya

Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê

Back to top button