Nivîsar

Pirsa vegerandina rûmetê

 Di çapemeniyê de, car caran nivîs û nûçeyên wiha dertên: “Divê rûmeta Şêx Said û hevalên wî li wan bê vegerandin”, “Divê rûmeta Seyîd Riza û hevalên wî li wan bê vegerandin”.

Ez daxwazên wiha çewt dibînim.Lîderên Kurdan yên wek Şêx Said, Seyîd Riza û hevalên wan ji xwe hatine darde kirin. Malbatên wan jixwe hatine hilweşîn û zulmên giran dîtine. Ji ber vê berxwedana wan, gund hatine şewtandin û wêran kirin, gelê Kurd bi mişaxtinan (surgûnan) ji Kurdîstanê hatiye bi dûr xistin. Jixwe gorên van lîderan jî nediyar in. Dibe ku ji vanan girantirîn mexdûriyet hatibin jiyîn. Lê, ev hemî nikarin ji rûmeta Şêx Said, Seyîd Riza û hevalên wan tu tişt kêm bikin. Jiber vî awayî ji b ovan lîderan daxwaza rûmet vegerandinê çewt e. Çunkî daxwazên wiha, wateyek wek rûmeta xwe wenda kirine û dixwazin rûmeta xwe paş ve bigrin dertê holê Diyare ku rewş qet ne wiha ye.
 
Birûmetbûn, tê wateya jê re rêz girtinê.Kesê birûmet, ew kes e ku jê re rêz tê girtin û lê tê guhdarî kirin. Kurd, ji lîderên xwe û hevalên wan re her dem birûmet in.
 
Lîderên Kurdan yên wek Şêx Said, Seyîd Riza kesên birûmet in.  Çunkî ev kesên welatparêz,  bo gelê Kurd daxwaza mafê netewî kirine,bo van daxwazan  bi dest xin têkoşiyane. Jiber vê ew kesên birûmet in. Ji ber van raman û kirinên xwe zîlm û zordarî dîtine û hatine bi darde kirin. Jiber van raman û kirinên wan ne ew tenê malbatên wan û pê re gelê Kurd jî zilmê dîtiye.
 
Bo welatparêzên wek Şêx Said, Seyîd Riza û hevalên wan di giyanê gel Kurd de bijîn, bo kur aman û kirinên wan bigihîje nifşên nû û bo zilm û zora wan dîtiye neyê jibîr krin divê her tişt bê kirin. Di çarçoveya van navan de divê sazî bên avakirin. Wek mînak çikandina peykerê Seyîd Riza Dêrsimê pir biwateye. Divê li her derî û her demî daxwaza nîşandana gora Şêx Said û Seyîd Rizayî bê zimên. Pirsa vê ji dewletê, ji hikûmetê, ji meclîsa Tirkan(TBMM) girîng e. Lê, daxwaza rûmetdana wan ji dewletê çewt e.
 
Helbet Lîderên Kurdan yên wek Şêx Said, Seyîd Riza kesên pir birûmet in. Lê, gelo rûmeta kesên ku li ber çavê Seyîd Rizayî bi rik û bizanîn lawê wî Îbrahîm bi darde kirin heye? Kî dê rûmet bide wan? Kurd dikarin li her cih û her dem raman û kirinên Şêx Said, Seyîd Rizayî biparêzin. Lê, kesên li Dêrsimê jenosîd kirine, bo mafê Kurdan nedin zulum kirine gelo dikarin kirinên xwe biparêzin? 
 
Doza rûmet vegerandinê, bes bo kesên ku tewanek rûreşî nekiribe û wek kiribe hatibe darizandin tê kirin. Wek mînak, karmendek… ku jêre bê gotin” Te bertîl girtiye, te gel xapandiye.” Bi vî awayî ji kar bê avêtin. Lê parastina karmend a ku dibêje ev îftîra ne, li ber çav neyê girtin, helbet ev tewanên rûreşiyê rûmeta wî dişkînin.
 
Feqet karmend li hember van angajtan(îdî’ayan) dozek vedike û piştî demeke dirêj jî dozê kar dike. Bi rêya dozê dide selmandin(îsbatkirin) ku sextekarî û bertîl li holê nînin. A di rûdaweke wiha de rûmet lê vegerîn tê rojevê.
 
Welatparêzên Kurdan wek Şêx Said,  Seyîd Riza,  Mustafa Paşayê Koçgirî, Xalid Begê Cîbrî, Yusuf Ziya, İhsan Nuri,  Kadı Muhammed,  Mele Mustafa Barzani, Nuri Dêrsimî, Alişêr,  Ebdurahman Qasimlo,  Silêman Mu’ini,  Said Elçi, Dr. Şivan,  Mihemed, Sadıq Şerefkendi, Necmettin Büyükkaya,  Vedat Aydın, Musa Anter,  Muhsin Melik,   Savaş Buldan… û bi hezaran kesên ku navên wan nayên bîra me rûmetdarên Kurdan in. Xwedî derketina li doza wan gelê Kurd rûmetirîn dike. Ev welatparêzên han helbet rûmetdar in. Bo van kesan ji dewleta bêrûmet, rûmet xwestin divê neyê rojevê.

İsmail Beşikçi

Wergêr: Ahmed KANÎ

 

(Rizgari)

Back to top button