Pirsa referandumê behs kirin
Berpirsê eniya Giwêr- Mexmûr yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Sîrwan Barzanî li ser rûpela xwe ya taybeta Facebookê ragehand ku, li koşka Elysee li Parêsê Serokê Fransayê pêşwazî li me kir, Serokê Fransayê giringî û taybetmendiya xwe heye, taybet jî di vê qonaxa niha ku, şerê DAIŞê giheştiye qonaxên dawiyê.Herwiha xweşhaliya xwe bi naskirina xanim Serokê Fransayê Brigitte Macron nîşan da û got ku, hewlesta erênî û dostaniya Fransayê bo gelê me di vê qonaxê de giringe û cihê rêzê ye, her weke berê jî gel û hikumeta Fransayê dost û piştevanên gelê Kurdistanê û xebata rewa ya gelê me bûn.Her derbarê vê yekê Berpirsê nivîsingiha Sîrwan Barzanî ji BasNewsê re ragehand ku, di hevdîtina di navbera Serpirştyarê mihwerê Giwêr- Mexmûr yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Serokê Fransayê de 3 babet hatin gotûbêjkirin, pirsa referandoma serxwebûna Kurdistanê, şerê DAIŞê û rola pêşmergeyên qehreman û sipasiya serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê bo piştevaniya Fransa ji gelê Kurdistanê re.