Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, berjewendiya kurdan di wê yekê de ye, ku beşek ji Iraqê bimînin. Ebadî herwiha got: “Ez piştgiriya Sykes-Picotê nakim, ji ber ku tiştekî kolonyalîstî ye, lê belê eger em hemû sînoran hilweşînin, êdî emê ber bi kurderê ve herin.”Heyder Ebadî îro sêşembî 18ê Tîrmeha 2017ê di gotara xwe ya heftane de behsa referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê kir û ragihand: “Bi zelalî derbarê referanduma Herêma Kurdistanê de, di çend boneyan de wan ragihandiye ku referandumê nakin, ger cîbicî nakin, êdî çima dikin. Armanc ji encamdana wê çî ye, pêştir berî çend mehan min bo du caran an jî sê caran tekezî li ser kiriye, ku ew referanduma destûrî nîne, bera xwe bidin destûra Iraqê, zelel e ku em di yek niştimanî de dijîn û em di vî niştimanî de şirkîn, nabe tiştek were kirin, ku yekalî be.”Ebadî got, ku wî li ser vê mijarê çend pêşniyar kirine û da xuyakiirin: “Beşek ji pêşniyarên ku min pêşkêş kirin, ew bû ku bi şêweyeke niştimanî ew pirsgirêk were çareserkirin, û bi wê yekê di fraksyonên siyasî de nûneratiya gel bikin, li ser asta komên siyasî bila bicivin û li ser vê mijarê gotûbêjan bikin.”Serokwezîrê Iraqê herwiha diyar kir: “Ez naxwazim pirsgirêkek nû çê bibe, me şerê DAIŞê kir û me dawî pê anî. Tiştek heye ev jî ev e ku heta niha pêwendiyên navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê gelek gelek baş in, ti hestiyariyek nîne, ew haleta ku pêştir hebû, hûn dizanin ew a berê bû, li gel rejîma pêştir hesasiyet hebû, her dem kurdan digotin, artêşa Iraqê em tepeser kirine. Artêşa berê ya Iraqê jî digot, kurdan em kuştine bi sedema êrişên xwe, lê belê spas bo xwedê ne ev artêşa niha artêşa berê ye û ne ev pêşmergeyê niha jî pêşmergeyê berê ye. Em niha li welatekî yekgirtî ne, ne li Bexdayê dîktatorî heye û ne pêwîst jî dike ku li Kurdistanê milîs hebin.”Heyder Ebadî amaje bi wê yekê kir, ku Kurdistan beşek ji Iraqê ye û got: “Cihê mixabiniyê ye ku em hemû wan (tiştan) ji dest bidin, hemû wan ji hev têgihîştinan, ev hemahengî û ev pêwendiya baş a ku di navbera pêşmerge û artêşê de heye, em bi arasteyeke din de winda bikin. Hêvîdarim ku alozî çê nebe û bijardeyeke din jî hebe. Kurdistana Iraqê bekeş e ji Iraqê.”Di berdewamiya gotara xwe de Ebadî tekez kir, ku berjewendiya kurdan di mana nava sînorê Iraqê de ye û destnîşan kir: “Ez tekezî li ser wê dikim û dibêjim, bo mînak dixwazim bibim Kurd, çimku serokwezîr nabe xwedî alîgirî be, dixwazim bibim Kurd, berjewendiya Kurd ev e ku beşek bin ji Iraqê, berjewendiya niştimanî û berjewendiya aborî û bazirganî û ewlehî jî ev e ku beşek bin ji Iraqê.”Ebadî her li ser mijara referanduma Kurdistanê û derbarê egera destwerdana welatên cîran di dema ragihandina serxwebûna Kurdistanê de hişyarî da û got: “We berteka welatan dît, welat tiştek dibêjin, lê belê tişteke din dikin. Hinek welat berê xwe didin vê mijarê ne weke ku tenê têkildarî Iraqê be, belku wisa berê xwe didin wê ku metirsiyeke niştimanî ye li ser wan bi xwe, ji ber wê ye jî ku wê yekê dibîne, destwerdanê dike. Raste ku cîran e, hinek naxwazin destwerdanê di nava karûbaran de bikin, lê belê eger ez tiştekî bikim, ku bibe gef bo ser wan, ew jî dê tiştekê bikin, ne tenê cîran, belku hemû dever hest bi metirsiyê dike.”Di beşeke din a gotara xwe de, Serokwezîrê Iraqê amaje bi peymana Sykes-Picot jî kir û nêrîna xwe li ser wê peymanê wiha anî ziman:“Ez piştgiriya Sykes-Picotê nakim, ev tiştekî kolonyalîstî ye, ev tişteke ku sed sal berî niha bûye, lê belê ev rastî ye, eger em hemû sînoran hilweşînin, êdî em dê ber bi kuderê ve herin. Rewşa xelkê di çarçoveya wan sînoran de ye, eger niha ez biguherim, dê xwîn birije, tê qurbanî hebe, tu malbatan ji hev cuda dikî û xelkê cuda dikî.”Heyder Ebadî behsa nakokiyên navbera welatên erebî li Kendavê kir û li ser wê yekê jî ragihand: “We nedît ku di rikeberiyeke biçûk a navbera Qeterê û welatên Kendavê de, li 4 welatan xelk cuda bûn, geştên esmanî rawestiyan. Ev tenê berjewendî bû, li ser sînor jî nebû, em ber bi kuderê ve diçin, dixwazî berjewendiya Kurd bibînî, berjewendiya Kurd li vir e.”Serokwezîrê Iraqê, Kurd li Iraqê bi hevwelatiyên pile yek bi nav kir û da zanîn: “Ez hêvîdarim û daxwaz ji serkirdatiya Kurd dikim, li gel rêza min a zêde bo hevwelatiyên Kurdên Iraqê li Iraqê, ew jî hevwelatiyên pile yek in ne pile du. Di serdema Sedam de pile du bûn, lê belê niha Kurd pile yek e, serokê me, serokomar Kurd e û em pê şanaz in. Serokê berê jî bi heman şêwe Kurd bû, di hikûmetê û parlamentoyê de Kurd hene, hevwelatiyên pile yek in wek hevwelatiyên din û dê bi heman şêweyê jî bimînin. Ez hêvîdarim ku em berdewam bin li ser hemahengiya navbera hev.”Rûdaw
Pêş
16/03/2025
Komkujiya Helebçe 37 sal…..
16/03/2025
Amerîka: Bi bernameya Nêçîrvan Barzanî re hêzên Pêşmergeyan dibin yek…
Têkildar
Balkêş e ?
Close