Cîhan

Yên referandumê dixwazin xeyala dibînin

Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim îro di parlementoyê de civêna gruba AKPê de axivî. Yildirim behsa rewşa siyasi ya Tirkiye û herêmê kir.Yildirim di gotina xwe de behsa referanduma serxwebûna Kurdistanê kir û zimanek tund û ne siyasî bi karanî.Yildirm got: Qaşo li welatek cîranê me hinek behsa pêkanina referandumî dikin. Em tucara rê nadin ew daxwaziya wan pêkwerê, dê ew xeyala wan di dilêwan de bimine. Dawiya wan husrane.Bê guman piştî daxûyaniya wezîrê derve yê Îranê ev daxûyaniya Yildirim balkêşe. Herweha Yildirim da xûyakirin ku, dê serokkomarê Tirkiye Erdogan seferekî ji bo welatên wek Erebiya Siudî û Quweytê bike.Lê sedemê vê serdana Erdogan neda kifşkirin.

Back to top button