Nivîsar

Pirove li Silêmanîyê, lê di xwestin şanoya xwe li Hewlêr pêşkêş bikin…!

Ev bûyerên van rojan li Başûrê Kurdistanê, bi teybetî li devera Silêmanîyê çê dibin, gelek rastiyan eşkere dike û perdê li ser gelek bûyeran radike. Xwepêşandanên karmend û xebatkarên Herêma Kurdistanê( devera Silêmanîyê) ji bona mûçe( maaş) û mafê jîyanê mafekî  rewa û sirûştîye, lê ya balkêş ewe kû me hemîyan dît di cih de ev xwepêşandanên xelkê guhertin dest bi karê teror, dizî, şewitandin, lêdan û talanê kirin, yên ku ev kar jî encam dan pişka herî zêde di nav wan de ne xelkê Başûr û ne jî xelkê Silêmanîyê bûn, ê kû êrişî  kadroyekî kalî  KDP ê kir û bi pêhînan li wî dan, xortekî xelkê nisêbînê bû, ê kû lampên tirafîkê di şikandin kurdekî xelkê rojava bû. 

Ji vê jî wêdetir û xeraptir tevayî dezgehên ragehandina PKKê û ên girêdayî PKKê di nivîsandin;” li Başûr serhildane” di heman demî de Rojnama “ Danişcu ya Îranê “ nivîsandîye : “ xelik hilweşîyana herêma Kurfistanê di xwazin ji bona vê çendê jî serhildanê dikin.” bi heman zimanî dezgehên ragehandina Haşdî Şahbî û şîeyên Îraqê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û deshilatdarîya Kurdan agirê şer û tevlîhevîyê gerim dikin. Hinek malper û dezgehên sîber jî banga serhildan û alozîyê ji bona xelkê Hewlêr û Dihokê dikin. Bêguman mirov dipirse:” Ev girêdana ruhî  di navbera ragehandina PKK’ê, Haşdî Şehbî û Îran’ê de çîye ku tev bi yêk zimanî li hember Herêma Kurdistanê dinivîsin?”

Dema mirov van bûyeran û bûyerên çend salên derbas bûyî ( Tevlîhevîya li Şengal, bûyerên Şêladizê, terora Huqqebaz ya Hewlêrê, êrişên mûşekî yên Haşdî Şahbî liser firokexaneya Hewlêrê, aloziya zînîya wertê, rê girtina hêzên pêşmerge ji alîyê PKK’ê li devera Garê û şehîd kirina pêşmergeyek û birîndar kirina sê pêşmergên din, li devera Dînartê  rêgirî kirin li çalakîyên pêşmergan, nivîs, silogan, manşetên Medîya PKK’ê bi giştî di de berhev eşkere mirov di bîne pilan û stratejîyek dariştî tê meşandin û çend alî liser vê stratejîyê gihane hev. 

Di serîde hizir û polîtîkaya Îranê ev setratejî danîye, lê di warê pratîkî de PKK û perçek ji serkirdên YNK ê vê pilanê pêktînin. Heşdî Şehbî û serkirdên Şîeyên Îraqê jî bi her awahî  li pey vê pîlanêne. Armanca sereke û mebesta dawîyê ji vê pîlanê nehêştina statûya herêma Kurdistanêye. Ya herî giring jî ewe kû îro ew fersend û îmkanên ji bona doza Kurd çê bûne ji dest Kurdan bi bin , ku weke her car bê destkeft û şikestî ji nava van fersandan derkevin.

Cudahîya van xwepêşandanan ji bûyer û karên derbaz bûyî çîye?

Ji roja kû herêma Kurdistanê sala 1991 ava bûye heya îro hertim li bin gef û êrîşande bûye.  PKK di serîde perçek ji vê enîya neyar bûye. Di serîde Başûr weke Îsraîla dûyem bi nav kir êriş û antî propagandak berfireh meşand, bi vêna ne sekinî li dijî deshilatdarîya Başûr raste rast kete şer.Salên ( 1992, 1995,1997,û 2000) çar şerên çekdarî bi fermî li dijî herêma Kurfistanê bi emrê Hafiz Esed û Îranê meşandin. Piştî Apo ji Sûrîyê derket ev şer demekî sekinî. Lê piştî bûyerên Sûrîyê dest pêkirin û bi nêvbeyinkarîya Îranê PKK car din zîvirî Rojavayê Kurdistanê li wir bi cî bû, herweha Qendîl bû bingehên sereke yê Konseya PKKê cardin şerê wan dest pêkir. 

Ger ji sala 2000ê heya niha şer di navbera PKKê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derneketi be ew ji ber tehemmûl û nêzîk bûna jîrane ya serkirdatîya Başûre. Eger na PKKê hertim tevlî hevî çêkirîye, hertim xwestîye navbera hêzên başûr bi teybet navbera( KDP û YNK, KDP û Tevgera Goran ) xera bike, li dijî herêma Kûrdistan nexasme li dijî KDP û Barzanî şerekî medyayî û sîyasî meşandîye. Ji ber kû ev hewildanên wana heya niha tû encam ne girtine, vê carê dixwazin  nerazî bûna xelkê û nebûna maaş û bêkarîyê bi kar bînin hest û lawazîyên xelkê bi karbînin ji bona kû armancên xweyî bi salan bi dest bixin. Deshilata Şîeyan li Bexda Budca Herêma Kurfistanê û perê meaş naşîne û ambargoyê li ser Herêma Kurdistan pêktîne, PKK û hind alîyên dinê alîgirên Îranê jî li Silêmanîyê tevlîhevî çê dikin. Ev kar bi awakî koardine di navbera wan de tê meşandin.

Ji bona çi ev şano li Silêmanîyê dest pêkirin?

Destnîşan kirina Silêmanîyê ne tesadufe, ev demek dirêje amadekarî ji vê pilanê re tê kirin. Weke çawa di dema şerê xendeka de PKKê û dewletê bi hevre ev kar kir û tevayî potansîyela xort û welatparêzên Kurda li ( Cizîre, Şirnex, Nusêbîn, Gever û Sûra Amedê) di bin navê şerê xendekan de fetisandin, xwestin vê şanogerîya hanê li Başûr jî dûbare bikin. Ji bona vê çendê Silêmanî tenê weke prove bû, hind serkirdên YNK’ê jî beşdarî vê şanoyê bûn. 

Tevan bi hevre xwestin provek biçûk li Silêmanîyê bikin paşî şanogerîya rastîn derbazî Hewlêr û Dihok bikin, kausek li wir çê biken ji bona Hikûmeta Îraqê bi emrê Îranê bêjin êdî Herêma Kurdistanê nema dikare xwe rêve bibe, û di vê cardin bizîvre ser hikûmeta navendî ya Îraqê. Weke me tevan jî dît berîya van bûyeran jî perlementoyê Îraqê birîyar standin kû budceya Herêma Kurdistanê rê nekin, xelk birçî bihêlin ji bona herkes mecbûr bimîne stoyê xwe li hember Bexda xwar bike, dev ji Federalîya  Kurdistanê berde. Ji xwe çend perlementerekî Kurd jî ewên cehşîtî ji Şîeyên Îraqê re dikin bi eşkere ev yêk xwestin û gotin ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nema dikare pirsgirêkên xwe çareser bike divê Bexda çareser bike û parêzgehên ( eyaletên) Herêma Kurdistanê weke parêzgehên Îraqê bi Bexda ve bên girêdan û Herêma Kurdistanê ne mîne. 

Cadu( Sîhir) li dijî Caduger( Sîhirbaz) temam bû:

Ev şano weke hati bû pilan kirin ne meşîya, senarîyo rast hatibû nivsandin, lê xûyaye hesabê malê û bazarê hev negirtin. Wan di xwestin li Silêmanî û derdora xwepêşandanên aram, bê tundû tîjî bikin, lê Hewlêr bikin şer û tûndû tîjî, li wir tevlîhevî mezin bibe, lê xûyaye ew gencên ji bona vî karî hatibûn amade kirin dersa xwe baş ne xwendi bûn, bicarê kolanên Silêmanîyê û derdor bûn qadên şer û tevlî hevîyê, xwepêşander bi B7 û Kilaşînkofan derkertin hember hêzên asayîşê kû deshilata xwecihê ya Silêmanîyê neçar ma rê li vê tevlîhevîyê bigire, ji bona vê çendê zorê jî bikar bîne. Bi Kurtahî ew gora PKK’ê  û hind ji serkirdên YNK’ê û mamostayên wan yên Îranê ji bona KDP û Herêma Kurdistanê kola bûn ew bi xwe ketin wê gorê.

Tehlûke hêj bi dawî ne bûye

Di rewşa nihade ev pîlana li jor me anî ziman heya astek mezin vala derketîye, lê bi dawî ne bûye. Her dema Îran ,  dewleta Kûr ya Tirkîyê û Şîeyên Îraqê fersend bibînin, cardin wê bixwazin Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji holê rakin. 

PKK bi çil salan  mayîna xweyî li Başûrê Kûrdistanê xizmeta vê Sitratejîya hanê dike. Bi teybetî ev dema niha fişarên Welatên Yekbûyên Emerîka liser Îranê zêde di bin, îran dixwaze tola vê li dostên Emerîka yên xwecihî  bistîne kû Herêma Kurdistanê dostekî Emerîkaye. PKK, Îran, rejîma Sûrîyê û Kemalîstên Tirk, bi teybet evên xwe bi çep nav dikin, her tim Herêma Kurdistana Başûr bi Îsraîlê dûyem, an jî lîstoka destê Emerîka bi nav dikin. Lê ew bi xwe can davêjin ji bona Emerîka û Îsraîl silav bi de wana. 

Bêguman Herêma Kurdistanê ji sala1991 ‘ê heya îro pêwendîyên baş bi Emerîka û welatên rojava re hene, û dixwaze van pêwendîyan hîn pêşda bi be, berjewendîyê Herêma Kurdistanê û doza Kurd jî digel wê êkê de nîne li dijî Emerîka û Îsraîl tevbigere. Ên kû vêna jî ji herêma Kurdistanê di xwazin ne dost, ne piştevanên doza Kurdin, berevajî ew dijminên gelê mene. Ji vê çendê jî divê em baş bizanin heya deshilata niha ya Îranê liser kar bimîne, li Bexda Şîe hukum bikin, evana tev wê li dijî Herêma Kurdistanê û doza Kurd tevbigerin, wê tevlîhevî  çêbikin, heya ji dest wan bê ewê nehêlin li Herêma Kurfistanê aramî û tenahî çê bibe.

Analîz/Rojevakurd

Back to top button